​​​​​​​Serokeşîrên Şengalê: Em terka Şengalê nakin

Piştî êrişa dewleta Tirk a li Sinûnê bi dehan serokeşîr li hev kom bûn û li hemberî êrişan peyama berxwedanê dan.

​​​​​​​Serokeşîrên Şengalê: Em terka Şengalê nakin
15 hezîran, 2022   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov a biçek îro di saet 11.30’ann de  avahiya Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanekî welatiyan bombebaran kir. Di encama vê êrişê de bapîr û neviyê wî yê 12 salî şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bûn.

Piştî êrişa dewleta Tirk, Heyeta Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyekî êriş şermezar kirin. Daxuyanî li navenda Heyeta Eşayîrî ya Şengalê hate dayîn û zêdetirî 20 serokeşîrên Şengalê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Polîtburoya ya PADÊ'yê ve Hisên Hecî ve hate xwendin.

Hisên Hecî destnîşan kir ku fermana li ser civaka Êzidî hê jî berdewam dike û wiha axivî: “Em dengê xwe digihînin saziyên mafên mirovan, hikumeta Iraqê heya niha jî tu caran cidî li ser karê Şengalê nesekiniye, hikumeta Iraqê ji xwe ber şermezarkirî ye, miletekê di fermanê re derbas bûye, lazim e parastina wê bikira.”

Hisên Hecî diyar kir ku ev êriş bi hevkariya dewleta Tirk û hikumeta Iraqê pêk tên û bi van gotinan rexne li hikumeta Iraqê anî: “Bila hikumeta Iraqê êdî bi erke xwe rabe, bes balafirên dewleta Tirk werin li gundê me, li nexweşxane û  dikanan bide. Hikumeta Iraqê çima heya niha bêdeng e?''

Hisên Hecî di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku planên li ser Şengalê bi dawî nabin û wiha got: “Bila baş bizanibin, bila balafirên  xwe bînin, lê em terka êzdiyatiyê nakin. Em terka Şengala xwe nadin, em terka rêxistina xwe nadin, her em ê li ber xwe bidin û doza mafên xwe bikin.''