Çalakiya konê piştgiriyê ya li Reqayê di roja duyem de didome

Çalakiya konê piştgiriyê ya li Reqayê di roja duyemîn de dewam dike. Di çalakiyê de eşîran piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re li dijî çi êrişekê nîşan da.

Çalakiya konê piştgiriyê ya li Reqayê di roja duyem de didome
15 hezîran, 2022   13:27
REQA

Rûspî û şêxên eşîrên herêma Firatê duh li qada navenda çandiniyê ya berê ya li naverasta Reqayê bi diruşma "Fezet Eşair" an ku piştevaniya eşîran konê çalakiyê ya ji bo destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vegirt. Çalakî di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Ji saetên sibehê ve gelek şêniyên Reqa, endamên saziyên wê yên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî, her wiha şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, rûspî û eşîrên Girê Spî berê xwe da konê piştgiriyê û piştgiriya xwe û hêzên leşkerî re nîşan bidin.

Li bin kon, li ser navê eşîrên Reqa şêxê eşîra El-Sebxe Mihemed Tirkî El-Soan axivî û wiha got: "Me ev konê piştgiriyê ji bo tevahî eşîrên Sûriyê veda, da ku bi şêniyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û li hember çi dagirkeriya xaka me bibin mertal."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef axivî û ev tişt got: "Dagirkeriya Osmanî rojane êrişên xwe li ser Eyn Îsa û herêmên din zêde dike. Hêzên me li hember hemû êrişên li dijî herêmên me bûn bersiv û zirarên mezin gihandin dijmin."

El-Xelef wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze xwena Osmanî li herêmên me û Rojhilata Navîn bi giştî pêk bîne. Lê bi saya hêzên me, em ê bersiva her hewlên wan bidin ku parastina vê xakê bikin."

Di dawiyê de Riyad El-Xelef soz da şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê bi giştî ku dê QSD’ê bersiva her êrişekê bidin û her bihostek ax ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rizgar bikin.

Endamê Partiya Komarî ya Kurdistanî Mihemed Remedan jî wiha got: "Em îro li bin vê konê bi şêx û şêniyên xwe sekinîne û teqez dikin ku li dijî hemû gefan bi hev re ne. Ji ber dewleta Tirk dixwaze Osmaniya Nû li ser xaka Sûriyê pêk bîne."

Remedan bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêxên eşîran kir ku li kêlek QSD’ê bisekinin û wiha domand ji ber QSD’ê stûna bingehîn û hêman ku dê parastina vê xakê bike, ye. Hemû partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi şêxên eşîr û QSD’ê re bisekinin.

Remedan bang li Koalîsyona Navneteweyî û NY’yê kir ku van gefên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin û wê ji xaka Sûriyê derxin.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Reqayê Omer Diyab jî ev tişt got: "Her çendî gefên dewleta Tirk û hêzên wê mezin bin, hêz û berxwedana me mezintir e û amade ye li hember çi êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û amade ne projeya neteweya demokratîk biparêzin."

Şêniyên Reqa, saziyên sivîl û leşkerî di serdana konê Fezet Eşair de berdewan in. Tê payîn çalakiyên konê li Reqayê sibe bi dawî bibin û dê 3 rojên din jî li Teqbayê kon were vedan.

(fr)

ANHA