Ajansa me vê êvarê têkildarî “Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan” bernameyek taybet diweşîne

Koordînator û berdevka "Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan" Sewsen Şoman vê êvarê di bernameyeke taybet a ajansa me de behsa armanc û girîngiya însiyatîfê dike.

Ajansa me vê êvarê têkildarî “Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan” bernameyek taybet diweşîne
15 hezîran, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakger û aktîvîstên jin ên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 4’ê Hezîranê de bi civîneke çapemeniyê ku li paytexta Lubnan Beyrûtê hatibû lidarxistin, Însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" ragihand.

Têkildarî girîngiya destpêkirina vê însiyatîfê, kesayetên jin ên tê de beşdar, nêrîna wan ji bo rêber Abdullah Ocalan, rêbazên pêkanîna armancên vê însiyatîfê, asta bendora wê ji bo pêkanîna guhartinê û destpêkirina gavên pratîk ber bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve, Koordînator û berdevka însiyatîfê Sewsen Şoman vê êvarê di saet 19:00’an de li gorî dema Qamişlo dibe mêvana bernameya taybet a ajansa me.

Hûn dikarin bernameyê li ser rûpela ANHA`yê û malperên wê li ser medya dijîtal bişopînin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

(fr)

ANHA