Tevgera Xwendekarên Demokratîk: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê xurt bikin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê xurt bikin
15 hezîran, 2022   13:44
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, bi beşdarbûna bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava, li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Alya Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku ji 24 salan ve rêber gelên Kurdistanê girtî ye û li dijî wî tecrîdeke giran tê meşandin. Hate gotin ku ev tecrîd li dijî mirovahiyê ye.

Di dewama daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker û domandina tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Em li dijî tecrîdê tê bikoşin. Ji salan ve malbata rêbertî û parêzerên wî ew nedîtine. Ev yek nayê qebûlkirin. Em  derbarê rewşa rêbertî û tenduristiya wî de tu agahiyan nizanin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, tecrîd di kesayeta rêbertî de tevahî gelên Kurdistanê dike hedef.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk di dawiya daxuyaniyê de soz da ku dê li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin û sala 50'î ya berxwedan û têkoşînê bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û serkeftina tevahî gelan.

ANHA