Fermandarekî Çarçoveya Koordînekirî: Êrişa li ser Şengalê binpêkirina serdestiya Iraqê ye

Fermandarê Çarçoveya Koordînekirî, Tirkî El-Utebî teqez kir ku bombebarana dewleta Tirk li ser Şengalê, binpêkirina serdestiya Iraqê ye.

Fermandarekî Çarçoveya Koordînekirî: Êrişa li ser Şengalê binpêkirina serdestiya Iraqê ye
15 hezîran, 2022   12:18
NAVEND NÛÇEYAN

Fermandarê Çarçoveya Koordînekirî Tirkî El-Utebî ji ajansa Malûme ya Iraqê re got: "Bombebarana balafirên dewleta Tirk li dijî herêma Şengalê û tirsandina sivîlan, binpêkirina serdestiya Iraqê ye. Hemû hincetên Enqerayê yên têkildarî bombebarana wê ya domdar, maf nadêyê ku sivîlên bêguneh qetil bike."

El-Utebî diyar kir ku bêdengiya hikumeta Kazimî li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk dê wan wan ber bi rewşeke ne zelal ve bibe. Her wiha bang kir ku helwesteke nîştimanî bê nîşandan ku xeteriya li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê bi dawî bike û rijnadina xwînê li Şengalê û bajarên din ên Iraqê rawestîne.

Balafirên dewleta Tirk îro beriya nîvro Meclisa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê û bazara Sinûnê bombebaran kir, di encamê de zarokek û pabîrê wî şehîd bûn û 6 kesên din û di nav de peyamnêrê Çira TV û zarokek birîndar bûn.

(eh)