Kongra Star êrişa dagirkeriya Tirk li ser Sinûnê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê şermezar kir, ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî şehîd bûn û hejmareke kesên din û di nav de zarokek û rojnamevanek birîndar bûn.

Kongra Star êrişa dagirkeriya Tirk li ser Sinûnê şermezar kir
15 hezîran, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 Îro beriya nîvro balafira Bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûnê barand.

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongra Star îro daxuyaniyek da raya giştî, tê de êrişa li ser qezaya Şengalê şermezar kir.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Li dîroka faşîzma Osmanî ya bi komkujî û sûcên şer dagirtî, binpêkirinên din zêde dibin.

Koordînasyonê diyar kir ku dewleta Tirk bi tevahî rêbaz û siyasetên zordest li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê û qadên têkoşînê dimeşîne û got: “Ev ne êrişa yekemîn e, beriya wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî serdestiya welatên cîran hat binpêkirin.

Koordînasyona Kongra Star bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan, erka xwe bînin cih.

(dm)

ANHA