Piştî îstîfaya parlamenterên El-Sedir Iraq ber bi ku ve diçe?

Parlementerên Tevgera El-Sedir bi hev re îstîfaya xwe ji parlemantoya Iraqê pêşkêş kirin, ev pêngav Iraq vegerandina qonaxa destpêkê. Weke derbeke mezin ji bo hevalbendên El-Sedir ên weke PDK û hevbendiya El-Siyada ya Sunî tê bi navkirin. Encamên vê pêngavê çi ye û Iraq ber bi kuderê ve diçe?

Piştî îstîfaya parlamenterên El-Sedir Iraq ber bi ku ve diçe?
15 hezîran, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ISMAÎL –GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî ku parlementerên Tevgera El-Sedir bi hev re îstîfaya xwe pêşkêşî serokê parlementoyê kirin, Iraq derbas qonaxeke zehmetir bû.

Li Iraqê piştî 8 mehan ji pêkanîna hilbijartinên giştî, heta niha ne serokê nû ne jî hikûmeta nû nehatine hilbijartin.

Li ser daxwaza lîderê Tevgera El-Sedir, Muqteda El-Sedir, 73 parlementerên tevgerê bi hev re îstîfaya xwe pêşkêş kirin. Muqteda El-Sedir beriya niha ev biryar weke fedekariyekê ji bo welat û gel û xilasbûna ji rewşa tarî bi nav kiribû.

Serokê parlementoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî jî bi li ser tiwîtera xwe ragihand ku wî îstîfaya parlementerên El-Sedir erê kiriye û got:" Me daxwaza îstîfaya xuşk û birayên xwe yên bloka El-Sedir ji parlamentoyê erê kir."

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ SÛD DIGIRE

Ev pêngava Tevgera El-Sedir PDK'ê û Hevendiya Serwer ya Sunayê ku ew her du weke hevalbendên El-Sedir tên naskirin, xistin rewşeke zehmet de.

Gelek kesan pêşbînî dikirin ku mijara îstîfaya komî ya parlamenterên El-Sedir weke zextekê ji bo pêkanîna daxwazên hevbendiya xwe "Rizgarkirina Welat" pêk tê.

Di vê çarçoveyê de mamosteyê ragihandinê di zanîngeha Ehil El-Beyt de, Dr.Xalib El-Demiî ji ajansa me re axivî.

Dr.Xalib El-Demiî diyar kir ku hevalbendên Tevgera El-Sedir dê hikûmet bi tevgera Çarçoveya Hemahengiyê re ava bikin, ji ber ku niha piraniya parlementoyê ji tevgera Çarçroveya Hemahengiyê ye.

Dr.Xalib El-Demiî got:"Dê rola Çarçoveya Hemahengiyê di avakirina siyasetên pêşerojê de mezin be, dibe bi Kurd û Suniyan re peyman pêk bîne, li vir dê proseya siyasî bê guhertin, ev tê wateya ku dê Berhem Salih careke din nebe serokkomarê Iraqê, dibe alternatîfeke din hebe, ji ber akterê mezin niha Çarçoveya Hemahengiyê ye."

Mamosteyê ragihandinê di zanîngeha Ehil El-Beyt de got: "Ez bawer im ku dê Çarçoveya Hemahengiyê asta siyasetên xwe daxe û ji bo avakirina hikûmeta nû bi Tevgera El-Sedir re li hev bike."

ENCAMÊN METIRSÎDAR

Îstîfaya parlamanterên Tevgera El-Sedir guhertineke mezin di siyaseta Iraqê de çêkir, taybet ku Iraq di karesatên siyasî, aborî, civakî û jîngehê re derbas dibe.

Di vê der barê de nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Iraqî Wasiq El-Cabirî got: "Di her rewşeke siyasî de rewşa aborî bandor dibîne, ev tişt ne nû ye, ji çend salan ve Iraq rastî pirsgirêkên aborî tê, hişt ku nirxê dînarê Iraqî li hember dolarê amerîkî dakeve. Dibe ku hin alî hene dixwazin li Iraqê tevger çêbikin, ji ber ku xwepêşandan jî piraniya caran bi armancên siyasî pêk tên, her aliyeke siyasî beşekî ji gelê Iraqê dilivîne. Dibe di her kêliyekê de hêrseke mezin ji aliyê gel ve bê kirin, gelê Iraqê ji hemû aliyên siyasî bi hêrs e."

Çavdêr jî destnîşan dikin ku ji kêliya îstîfaya parlamanterên El-Sedir ve Hevbendiya Înqaz Weten (Rizgariya Welat) bi dawî bû û dê berê xwe bide nava opozîsyonê. Ev yek dê bihêle ku alîgirên El-Sedir xwepêşandanan li dar bixin. Ji ber wê niha PDK û hevbendiya Serwer li hember bijardeyeke zehmet in, li pêşiya wan tenê ye bijarde heye, ew jî lihevkirina li gel Çarçoveya Hemahengiyê ye.

El-Cabirî diyar kir ku ev pêngava El-Sedir dê bandor li siyaseta Iraqê bi giştî bike û got:"Lê hevbendiya sê alî eger bi aliyê kurdî û sunî re pêk hat dê rewş bê guhertin, ji ber ku Tevgera El-Sedir ev biryar bi tena serê xwe da û li hevalbendên xwe venegeriya, dibe ev hêz ji bo avakirina hikûmeta nû bi hêzê din re li hev bikin."

HILBIHARTINÊN PÊŞWEXT

Li aliyên din hin pêşbîniyeke din ji aliyê çavdêr ve heye, ew jî pêkanîna hilbijartinên pêşwext e.

Gelek çavdêrên rewşa siyasî ya Iraqê dibînin ku Tevgera El-Sedir xwest bi vê pêngava xwe dawî li parlamentoyê bîne û banga hilbijartinên pêşwext bê kirin, da ku piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest bixe û bi rêya wê hikûmeteke nû ava bike.

El-Cabirî di vê der barê de got: "Mijara pêkanîna hilbijartinan zehmet e, ji ber ku dadgeha federal a Iraqê got divê yasya hilbijartinan bê guhertin, di encam de parlamento tune, pêwîstî bi hikûmetê heye ku vê yasaya nû erê bike, di heman demê de dawîanîna li parlamantoyê pêwîstî bi du ji siyan heye, ev jî zehmet e.``

Der barê bandora îstîfaya parlamenterên El-Sedir, pisporê têkliyên navneteweyî û şîrovekirina aloziyan li Rojhilata Navîn Joe Makron ji ajansa me re got: "Helbet bandoreke xirab heye, ji ber ku Tevgera El-Sedir dê siyaseta piraniyê ji dest bide.

Ev îstîfa di demekê de hat ku parlamento 2 meh in ji kar sekinî ye, 30 roj heye beriya ku ji biryara îstîfayê vegere, pêwîstî bi dengdanê jî heye. Ez bawer im ku ev hewildaneke ji bo hin aliyan e da di aliyekî de bigihêjin çareseriyekê  û ji vê krîzê derbikevin."

Pisporê têkliyên navneteweyî ev tişt jî anî ziman: "Îstîfaya El-Sedir zext e. Her tişt berê biryara wê hatiye girtin, dê ev yeke bibe rêkarek ji bo zû çareserkirina hin mijaran, ne diyare ku El-Sedir dixwaze hin tiştan biguherîne. Em ê bibîne ka ew dê di qonaxa bê de bi ser bikeve ya ne."

(şt)

ANHA