Li Babê yê dagirkirî teqînek çêbû

Beriya çend kêliyan li naverasta bajarê Babê yê dagirkirî teqîneke çêbû, di encamê de agahiyên li ser kuştî û birîndaran hene.

Li Babê yê dagirkirî teqînek çêbû
15 hezîran, 2022   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin, mayînek di erebeya gerînendeyê rêxistina IYD yê bi navê Ebû Ubeyde El-Humsî de hatibû bicihkirin, lê beriya çend kêliyan ew li naverasta Babê yê dagirkirî teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine, di encama teqîn, sûcên qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, dizîn û talankirina li dijî şêniyên wan herêman de, bêîstîqrarî û tevlihevî heye.

(fr)