Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê koçberî zêde dibe

Rojnameyên erebî yên îro behsa zêdebûna hewldanên koçberiyê ji herêmên hikumeta Şamê, hewldanên Çarçoveya Koordînekirî yên têkildarî xitimîna siyasî ya li Iraqê û şêwirên li Qahîreyê yên ji bo Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê koçberî zêde dibe
15 hezîran, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

HEWLDANÊN ZÊDE YÊN KOÇBERIYA JI HERÊMÊN REJÎMA SÛRIYÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de di vê demê de diyardeya koçberiya derveyî welat, li gel rewşa debarê ya dijwar, heye. Ew yek jî di demekê de ku Moskov û Şamê dest bi civîna nû ya "vegerandina penaber û koçberên" sûrî kir, pêk hat. Lê muxalîfan hewl da vê dosyayê ji destê aliyên navneteweyî û dewletan derxin, mîna di dosyaya girtiyan de bûye."

‘TEVGERA ÇARÇOVEYA KOORDÎNEKIRÎ BER BI EL-SADIR VE BERIYA ŞÊWIRÊN AVAKIRINA HIKUMETÊ’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Aliyên nêzî Çarçoveya Koordînekirî eşkere kir ku şandeyek bi serokatiya Hevbendiya El-Fetih Hadî El-Amirî û serokê Heşd El-Şebî Falih El-Feyad û bi beşdariya nûnerê Dewleta Yasayê berê xwe da gel serokê tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir da ku ji biryara îstîfakirina parlamentoyê vegere.

Aliyên têkildar da zanîn ku armanc ji vê yekê beriya ku şêwirên avakirina hikumetê bi hêzên siyasî re pêk bên, li pêş iraqiyan "wijdana xwe rihet bikin". Lê hat destnîşankirin ku nayê texmînkirin ku ev gav dengvedanekê li gel El-Sadir çêke.

Çarçoveya Koordînakirî ku ji hêzên alîgirên Îranê pêk tên, duşemê civîna li ser pêşdeçûnên dawîn ên girêdayî îstîfakirina bloka El-Sadir ji parlamentoya Iraqê li dar xist. Lê ev yek, li gel agahiyên ku nakokî di navbera El-Amirî û Nûrî Malikî de têkildarî tevgera ber bi Henane ve ku navenda bicihbûna El-Sadir e, pêk hat.

Li gorî van agahiyan, El-Amirî bi girîngiya hewldana îqnakirina El-Sadir ve girêdayî ye, da ku ji biryara îstîfakirinê vegere ku hikumeteke hemû li ser li hev dikin, were avakirin. Lê Malikî ev yek red kir û da zanîn ku tiştê heyî ji Çarçoveya Koordînekirî re fersendeke mezin e.

Lê piştî civînê jî Çarçoveya Koordînekirî got ew di gavên çareserkirina krîza siyasî de û nîqaşên bi hêzên siyasî re ku mafên destûrê bi dest bixin û hikumetekê ava bikin, berdewam e.

‘GELO DIYALOGA QAHÎREYÊ DÊ LI LÎBYAYÊ BIBE FIRSENDA ÇARESERIYÊ?’

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Beyan ev yek nivîsî: "Civînên şandeyên Parlamentoya Nûneran û dewletê yên lîbyayî ji bo lêkolînkirina rêveçûna destûrê li Qahîreyê heta yekşema bê berdewam in. Lê lîbyayî bi tirs in ku binketina diyaloga li Qahîreyê bi xwe re rageşiyeke din bîne.

Di civînên Qahîreyê de nîqaşên tûj der barê rewşa siyasî ya giştî li hundirê Lîbya rû didin, nemaze li ser xalên girêdayî reşnivîsa destûrê yên girêdayî şêweyê sîstem û têkiliya di navbera desthilat, hilbijartin û şertên namzetbûnê de.

Şêwirmenda sekreterê giştî yê NY’yê yê taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku endamên şandeyên beşdarî civînên gera sêyemîn a destûrê bûne, li ser 43 madeyên nû yên reşnivîsa destûrê li hev kir, bi wê re bi giştî madeyên li ser lihevkirin çêbûye, bûn 180.

Şîrovekaran da zanîn ku dê hin madeyên di nîqaşê de çend roj an jî çend saetan bên ferzkirin, ji wan jî mekanîzmaya gihandina desthilatê û birêvebirina wê.”

(fr)