Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi silogana "Bi rihê Viyan û Nûjiyan em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin" komxebateke diyalogê li dar xist.

Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
Jinên ciwan li Kobanê komxebatek li dar xist
14 hezîran, 2022   16:03
KOBANÊ

Komxebat li Parka Ronî War a bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hate lidarxistin.

Di komxebatê de 3 mijar "Rastiya rejîma Baas, rastiya dagirkeriya Tirk û rastiya malbata Barzanî" hatin nîqaşkirin.

Komxebat rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê - Firatê Hebûn Mihemed axivî û diyar kir ku hedefgirtina jinên ciwan di şerê taybet de bi armanca têkbirina vîna wan e.

Hebûn Mihemed da zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinên ciwan bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan pêk tê û ew ê heta azadiyê li ser rêya xwe bimînin.

Hebûn Mihemed bang li jinên ciwan kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji planên dijminan hişyar bin û ji bo azadiya xwe bi dest bixin li ser şopa berxwedanê bimeşin.

Piştre rêvebera Komîteya Jina Ciwan li kantona Kobanê Xada Mehmûd mijara yekê ya der barê rastiya rejîma Baas'ê de xwend û bal kişand ser siyasetên binpêkirinê yên rejîma Baas a li hember jinan.

Der barê vê mijarê de beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin. Jinan teqez kirin ku bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan jinan xwe ji qeydan rizgar kirin û beşek ji mafên xwe bi dest xistin û ew ê ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên rewa têkoşîn berdewam bikin.

Li ser têkoşîna gelê Kurd û jinê di dîrokê de bi taybet ji dema damezrandina PKK'ê ve sînvîzyonek hat pêşandan.

Paşê mijara duyem a der barê rastiya dagirkeriya Tirk  de ji aliyê jina ciwan Rodîn Mihemed ve hat xwendin.

Rodîn Mihemed diyar kir ku dagirkeriya Tirk di planên xwe yên dagirkirina Kurdistanê de vîna jinên azad dike hedef.

Paşê li ser mijarê nîqaş hat kirin. Jinan teqez kirin ku jinên têkoşer li hember zilm û faşîsta dewleta Tirk serî hildan, dê dijmin li hember vîna jina azad têk biçe.

Mijara 3'an jî ya der barê rastiya malbata Barzanî de ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û li ser xeta xiyanetê dimeşe hat xwendin. Jinên ciwan bang li gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xeta PDK'ê rawestin.

Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

" Jinên Kurd di şoreşa Rojava de xwe îsbat kirin, jinan li çiyayên Kurdistanê bi rêya têkoşîn û berxwedana xwe gelek destkeftî bi dest xistin.

Divê em weke jinên ciwan xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin, ji ber nirxên me yên civakî rastî êrişên dagirkeriyê tê.

Pêwîstiya me bi avakirina sîstemeke xweser a parastinê heye. Divê em xwe bi rêve bibin û di aliyên siyasî, fikrî û zanistî de li hember gefan çalak bibin.

Em ê li dijî fihûşê, madeyên hişbirê, gendelî û xirabiyan têkoşîn bikin û çanda civaka demokratîk û jina azad geş bixin, ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê şer bikin."

(şt)

ANHA