Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Komîteya Jinan a Dêrazorê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
14 hezîran, 2022   15:44
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist. Bi dehan şênî û nûnerên meclisên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Xedîce El-Ehmed axivî û got: “Ev bû bêhtirî 4 salan e artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek deverên cuda ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine û hê jî civaka navneteweyî der barê sûc û zilma ku li şêniyên wan deveran dikin de, bêdeng e.”

Xedîce El-Ehmed anî ziman ku ew ê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û gefên ku Erdogan li dijî herêmê Rêveberiya Xweser xwarine şermezar dikin.

Her wiha got: "Em wek jin li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin û li pişta hêzên xwe bin.”

Piştre, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Himêş got: “Îro em di vê çalakiya xwe ya protestoyî de nerazîbûna xwe ya li hember gefên Erdoganê kujer ên ku ti carî ne li gor pîvan û nirxên mirovahiyê ne, nîşan didin”

Her wiha El-Himêş got, ew rê nadin Erdogan ku armancên xwe yên qirêj pêk bîne û wekî m wek hêzên leşkerî amade ne her êrişekê têk bibin. El-Himêş anî ziman ku ew ê deverên hatine dagirkirin rizgar bikin.

 (mh)

 ANHA