​​​​​​​Li Efrînê şer derket: Kuştî û birîndar hene

Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê di navbera komên çete û kesên li gund hatine bicihkirin de şer rû da. Di şer de kuştin û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Li Efrînê şer derket: Kuştî û birîndar hene
14 hezîran, 2022   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Firêfra yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîn di navbera komên çete yên Sutlan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çekdarên li gundê Eyncara yên li bi cih bûne de şer deret.

Li gorî çavkaniyên xwecehî, di şer de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne

Sedema şer nehat zanîn.

ANHA