Lavrov serdana Îranê dike

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ragihand di demek nêz de wê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov serdana Tehranê bike û li gel rayedarên Îranê bicive.

Lavrov serdana Îranê dike
14 hezîran, 2022   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand di demek nêz de wê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov serdana Tehranê bike.

Der barê roja serdanê de Zaxarova got, heta niha dema serdanê nehatiye diyarkirin, li ser diyarkirina dem di xebitin.

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade jî diyarkir wê di demek nêz de Sergey Lavrov serdana Îranê bike.