Parlamenterekî iraqî: Tirkiye hewl dide dest deyne ser Kerkûk û Mûsilê

Parlamenterekî iraqî bang li komîteya têkiliyên derve û serokatiya parlamentoyê kir ku artêşa Tirk rawestîne û got “Tirkiye hewl dide ji nû ve dest deyne ser parêzgehên Kerkûk û Nînewayê û çavkaniyên petrolê.”

Parlamenterekî iraqî: Tirkiye hewl dide dest deyne ser Kerkûk û Mûsilê
14 hezîran, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê Ehmed Taha Rebîyî îro bang li Komîteya Têkiliyên Derve û serokatiya parlamentoyê kir ku berê xwe bide Wezareta Karên Derve û rê li dewleta Tirk bigire. Rebîyî diyar kir ku  xeyala Tirkiyê ya kontrolkirina parêzgehên Kerkûk û Nînewayê (Mûsil) dê pêk neyê.

Rebîyî ji Rojnewsê got ku ew hemû êrişên dijminane yên Tirkiyê red dikin, her wiha bombebarana li dijî herêmên li bakurê Iraqê û koçberkirina şêniyan şermezar kir.

Rebîyî bang li komîteya têkiliyên derve ya parlamantoyê û serokatiyê parlamentoyê kir ku serî li Wezareta Karên Derve bidin, tedbîrên dîplomatîk bigirin û zextê li Tirkiyê bikin da ku tevgerên xwe li hundirê sînorê Iraqê rawestîne.

Rebîyî got: “Tirkiye hewl dide bi rêya kontrolkirina parêzgehên Kerkûk û Nînewa û çavkaniyên petrolê, dewleta Osmanî vegerîne.”

(cx)