Şênî û partiyên Reqayê banga derxistina dagirkeran ji herêmên dagirkirî kir

Bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Osmaniya Nû li Sûriyê û Iraqê re” partiyên siyasî li Reqayê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de daxuyaniyek hat dayîn û teqezî bi yekitiyê ji bo bersivdayîna êrişan hat kirin.

Şênî û partiyên Reqayê banga derxistina dagirkeran ji herêmên dagirkirî kir
14 hezîran, 2022   10:43
 REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Komarî ya Kurdistanê li Çerxerêya Neîm a navarasta bajêr kom bûn. Beşdaran pankertên li djî dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vegera bi ewle û yên li djî projeya mêtîngeriyê û guhertina demografiyê, rakirin.

Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî ve ketin rê. Li wê derê partiyên siyasî daxuyaniyek dan raya giştî. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê şaxê Reqyê Xazî Yasîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em êrişeke nû qebûl nakin. Çiqasî siyaseta me ji hev cuda be jî, em zarokên vî welatî ne ku bi xwîna keç û xortên me hatiye rizgarkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê, parastina axa herêmê hat kirin.

Her wiha civaka navneteweyî û hemû rêxistinên bi navê mirovahiyê bang dikin, li ser bêdengiya wan li hember van destdirêjiyan hatin rexnekirin.

Partiyan û şêniyên Reqayê teqez kir ku li gorî berjewendiyên gel û şoreşê, ew ê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û bi hev re dê li hember dijminan bibin bendeke asê.

Di dawiya daxuyaniyê de bi sloganan banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî û darizandina dewleta Tirk hat kirin.

ANHA