​​​​​​​Eşîrên Minbicê: Ev xaka me ye, em ê wê biparêzin

Eşîrên Minbicê bi xwepêşandanekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û da zanîn ku ew li dijî dewleta Tirk a dagirker in û bang li çeteyên sûrî yên li kêlek dewleta Tirk şer dikin kir ku li dijî dagirkeran axa xwe biparêzin.

14 hezîran, 2022   10:11
MINBIC

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan ber bi Çerxerêya Meseb a li naverasta Minbicê ve dewam kir û tê de pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk û guhartina demografiyê re”, “Na ji şer û koçberkirinê re”, “Eşîrên Minbicê bi yekdengî dibêjin bes e ji şer re, bes e ji koçberkirinê re û bes e ji wêrankirinê re" hildan.

Piştî şênî gihaştin Çerxerêya Meseb, şêxê eşîra El-Bobene Xalid El-Ecûr bi navê şêxên eşîran axivî û wiha got: "Em sûcên dagirkeran ên li hember xak û gelê me bi tundî red dikin. Em gelekî ji jiyan û berxwedanê hez dikin, heqaret û neheqiyê qebûl nakin."

El-Ecûr wiha domand: "Piştî 10 salan ji bêîstîqrarkirina Sûriyê, dewleta Tirk hîna jî hewl dide ewlehî û îstîqrara li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya gefên xwe yên domdar û sûcên xwe, derbe bike."

El-Ecûr îşareta bi projeya mêtîngeriyê ya qirêj a dewleta Tirk a dagirker kir ku êdî ji her kesî ve eşkere ye û wiha pê de çû: "Carekê bi rêya qutkirina avê şerê gelê dike û carekê jî bi rêya talankirina şûnwar û dîroka Sûriyê li herêmên dagirkirî bi rêya guhartina demografîk pêk tîne. Herî dawî jî hewldana wê ya vegerandina penaberên sûrî li avahiyên mêtingehiyê ye ku dê bi sedema jevketina civaka sûrî."

El-Ecûr di dawiyê de diyar kir ku niha jî zimanê dijminahiyê û dagirkirina xakên nû bilind kiriye û wiha got: "Lê em gelê Sûriyê têkoşer in û dê li hember wê yekê sekneke xurt nîşan bidin. Em îro li Minbicê derketine qadan da ku peyamekê bidin û bibêjin ev xak xaka mezinên me ye û dê parastina wê bikin û ji bo wê bimirin, da ku azad bijîn."

Li dawiyê jî, rûspiyê eşîra Benî Seîd, Îbrahîm Şelaş peyamek da û got: "Bang li kesên tev li Artêşa Azad bûn dikim û dibêjim dê dewleta Tirk dev ji we berde, mîna çawa berê çend caran dev ji we berdaye. Nebin amûrê pêkanîna planên dewleta Tirk ên dijber. Vegerin da ku destê xwe bixin destê hev ku van dagirkeran derxin."

(fr)

ANHA