Desteya Perwerdeyê ezmûneke din ji bo xwendekarên pergala serbest ragihand

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ezmûneke din ji bo xwendekarên xwendina serbest ên refa 12`an ragihand.

Desteya Perwerdeyê ezmûneke din ji bo xwendekarên pergala serbest ragihand
Desteya Perwerdeyê ezmûneke din ji bo xwendekarên pergala serbest ragihand
Desteya Perwerdeyê ezmûneke din ji bo xwendekarên pergala serbest ragihand
Desteya Perwerdeyê ezmûneke din ji bo xwendekarên pergala serbest ragihand
14 hezîran, 2022   07:08
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ragihandina pergala ezmûna serbest (hur), di 13`ê Hezîranê de bi biryarnameyekê ezmûneke din (tekmîlî) ji bo xwendekarên refa 12`an a xwendina serbest ragihand.

Şert û mercên pêşkêşkirina ezmûnê wiha ne; heke xwendekar di 3 branşan de bi ser neketibe, ji bo xwendekarên ku bi ser ketine û dixwaze pileyên xwe zêde bike, dikare 3 branşan pêşkêş bike.

Di biryarnameyê de hatiye eşkerekirin ku xwendekar dikare piştî derketina encamên ezmûna yekemîn navê xwe li Rêveberiya Ezmûnan tomar bike û dê tomarkirin jî tenê 5 rojan vekirî be.

Ev biryar ji bo beşa wêjeyî û zanistî ye, dîroka ezmûnê jî di navbera 17-25`ê Tîrmehê de ye.

Di sala xwendinê ya 2021-2022`an de cara yekemîn bi biryarnameyekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê pergala xwendina serbest ragihand. Ji xwendekarên refa 12`an ezmûn di 1`ê Hezîranê de dest pê kirin, dê di 19`ê heman mehê de bi dawî bibin.

(sb)

ANHA