​​​​​​​`Sekna li rex QSD û Rêveberiya Xweser erkeke neteweyî û exlaqî ye`

Hunermend û rewşenbîran diyar kir ku sekna li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê di cenga parastina şoreşê de, erkeke neteweyî û exlaqî ye.

​​​​​​​`Sekna li rex QSD û Rêveberiya Xweser erkeke neteweyî û exlaqî ye`
14 hezîran, 2022   07:56
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawîn de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên li eniyên şer ji herêmên Zirgan û Til Temîr bigire heta bigihêje navçeya Eyn Îsa, gundên Minbicê û kantona Şehbayê zêde kirine. Hemwextî rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkeriyeke nû li herêmê dixwin, şerê wê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam e.

Li gel teqezkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser bikaranîna mafê parastina rewa li hember êrişan û destwerdaneke muhtemel ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rewşenbîr û hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew bi hêzên leşkerî re ne û sekna li rex wan erkeke neteweyî yê exlaqî ye.

Têkildarî mijarê hunermend Eymen Şakir got: “Pêvajoya em tê re derbas dibim, hesas û gelek girîng e. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve û piştî bidestxistina gelek destkeftî û serkeftinan, asta êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me zêde bûn.”

`ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ GIRÊDANA ME BI AXÊ XURTTIR DIKE`

Şakir sedemên zêdekirina êriş û gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vegerand îflaskirina dewleta Tirk a dagirker di aliyên siyasî û aborî de û got AKP`ê dixwaze dema desthilatdariya xwe berdewam bike ku îhtîmal heye bi hilbijartinên bê re li Tirkiyê bi bin bikeve.

Şakir wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker ji êriş û şerê ku radigihîne armanc dike vîna gelên Kurdistanê têk bibe û tune bike. Lê berovajî wê, her çiqas êriş zêde bibin, vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi hêztir dibe û girêdana me bi axê û destkeftiyên şehîdan xurttir dibe.”

Li gel êriş û gefên xwe yên domdar, dewleta Tirk şerekî taybet li dijî xelkê herêmê dimeşîne, hunermend Eymen Şakir balkişand ser vê yekê û wiha pê de çû: “Li rex wan êrişan û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên herêmê, bi armanca derxistina tevliheviyê bi rêya şerê taybet tirs û xofê di nava şêniyan de belav dike.”

Şakir bang li şêniyan kir ku baldar bin, bi nûçeyên nerast û derew neyên xapandin, beyî qest gotegotinan û têkbirina ewlehiya herêmê belav nekin, li şûna li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin, dev ji mîrasa xwe ya dîrokî, axa xwe û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bernedin

`EM Ê LI HEMBER DAGIRKERIYÊ ŞER BIKIN`

Eymen Şakir di dawiyê de teqez kir ku ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin û got: “Divê em bi deng û stranên xwe dengê gelê xwe ragihînin cîhanê. Şervan bi çek şer dike, divê em jî li rex wan şer bikin. Ger ne çek be, bi rêya stran û awazên xwe şer bikin û piştgiriya gelê xwe bikin.”

Girêdayî heman mijarê nivîskar Ehmed Fewzî diyar kir ku ev êriş û komkujî li dijî hemî nirxên mirovî û exlaqî ye û wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê sûcek e û li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye.”

`DIVÊ EM LI HEMBER DAGIRKERIYA TIRK BIBIN YEK`

Fewzî teqezî bi hevgirtin û yekitiyê kir ku rêya yekane ya têkbirina hemû komployên li dijî herêmê ye û bang li hemûyan kir bi taybet partiyên Kurd ku bibin yek, ji berjewendiyên partiyetî dûr kevin ji ber ku pêvajoya heyî, pêvajoya ma û nemanê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di dîrokê de gelê Kurd rastî komkujiyên qirkirinê hatine. Niha pêvajoyeke din a qirkirinê heye. Ev şer, şerê hebûn û nebûnê ye.”

Nivîskar Ehmed Fewzî mîna hunermend Eymen Şakir, teqez kir ku sekna li hember dagirkeriya Tirk erkekî neteweyî yê exlaqî ye û divê hemû vê erkê bînin cih û axa xwe biparêzin.

(şx)

ANHA