Xweparastin û parastina rewa dê bersiva herî baş li hember planên dewleta Tirk be

Şêwermenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl diyar kir ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dê mezintirîn bersiv be heger dewleta Tirk êrişên leşkerî pêk bîne.

Xweparastin û parastina rewa dê bersiva herî baş li hember planên dewleta Tirk be
13 hezîran, 2022   18:20
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji şênî û pêkhateyên navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo re  civînek li dar xist. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya herêmê hate lidarxistin. Di civînê de hate teqezkirin ku divê xweparastin bersiva li dijî êrişên dewleta Tirk be.

Civîn li Hola Çand û Hunerê ya navçeyê hate lidarxistin. Hemû pêkhateyên bajêr beşdarî civînê bûn. Di civînê de şêwermenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl behsa rewşa siyasî ya herêmê û niyetên dewleta Tirk ên dagirkirinê kir ku plan dike êrişeke berfireh li dijî herêmê bike û herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Cîhan Xelîl diyar kir ku êrişa dagirkirinê di vê demê de ji aliyê Rûsya û DYA`yê ve nehatine erêkirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantorên sereke ne, lê helwestên wan jî li gorî siyasetên wan in.

Cîhan Xelîl destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû herêman û li şûna tevahî cîhanê şerê terorê kir, di dema ku dewletan destek û piştgirî nedan gel û hêzên leşkerî ku ji zarokên herêmê hatine avakirin û serî ji siyasetên wan re netewand, herêmên xwe parast da ku şêniyên wê bi aramî û aştî bijîn.

Cîhan Xelîl got berxwedana li hember dagirkeriyê divê li gorî pîvana xweparastin û parastina rewa be ku dê bersiva sereke di wê berxwedanê de be û divê gelên herêmê li ser vê esasê bixebitin û di şer de destekê bidin hêzên leşkerî.

Di dawiyê de şêwermenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl teqez kir ku piştgirîdayîn û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê dagirker û planên wê yên dagirkirinê têk bibe.

(bx)

ANHA