Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga yekitî û rabûna li ber dagirkeriyê kir

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê di çalakiya protestoyî de banga xurtkirina yekitî û hevgirtina li dijî dagirkerî û siaysaetên dewleta Tirk ên dijminane kir. Her wiha teqezî bi mafê xwe yê parastina rewa û berxwedanê kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga yekitî û rabûna li ber dagirkeriyê kir
13 hezîran, 2022   10:16
QAMIŞLO

Çalakiya protestoyî li pêş navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê ya Qamişlo hate lidarxistin. Tê de endamên deste û nivîsgehên meclisên rêveber û qanûnsaz amade bûn.

Beşdaran pankartên bi zimanên suryanî, kurdî, erebî û îngilîzî yên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser re", "Na ji siyasetên terorîst re" û "Na ji êrişên Tirkiyê yên li ser gelê me û qetilkirina sivîlan re" hildan.

Rêveberiyê di çalakiyê de daxuyaniyek da, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Arya Mela Ehmed bi zimanê erebî, Seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Evîn Başo bi zimanê kurdî, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Nezîre Gewriye bi zimanê suryanî, daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Digel gefên dewleta Tirk ên êrişên nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarana bênavber ji herêmên me re yên bi armanca derbekirin ewlehî û îstîqrara li herêmê, dewleta Tirk dixwaze ajande, bejrewnediyên xwe pêk bîne û Osmaniya Nû bi rêya dagirkirinêna herêmên din ji Sûriyê û Iraqê vejîne. Her wiha sûcên niştecibûnê, guhartina demografîk û koçberkirina şêniyên resen pêk bîne. Ew yek jî piştî êrişên wê bi rêya komên terorîst û guhartina demografîk û pêkanîna komkujiyan û niha jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê, ji qetilkirin, revandin, girtin û koçberiya bi darê zorê. Dewleta Tirk hewl dide sûdê û fersendê ji rewş, nakokiyên navneteweyî û şerê Rûsya-Ukrayna wergire ku ajandeyên xwe bimeşîne û krîzên xwe yên hundirîn û derve yên bi sedema siyasetên Erdogan derxe derve.

Ev gef û sûcên terorîst ku dewleta Tirk a dgirker li dijî herêmên me yên dagirkirî pêk tîne û gefên dagirkirina Til Rifet û Minbicê dixwe, parçeyek ji planên wê yên berfireh û dagirkirina zêde ya xaka Sûriyê ye, ji Helebê bigire heta bi Mûsil û Kerkûkê, da ku krîzên li herêmên werin kûrkirin.

Ev hemû tişt ji bo ji nû ve DAIŞ’ê vegere û xwe bi rêxistin bike dibin hafîzeyeke xurt ku êdî li ser herêmê û cîhanê xeteriyeke mezin. Ew yek jî piştî ku QSD’ê serkeftinên mezin bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî li dijî wêbi serket û xîlafeta wê têk bir. Di vê yekê de di oxira parastina tevahî cîhanê ji DAIŞ’ê û dûrxistina xeteriya wê de bi fedekariyên mezin ên keç û xortên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin û ev serkeftin bû modelek li cîhanê. Li kêlek wê jî ev sûc û gef şansên çarekirin û însiyatîfên ji bo dîtina çareyan ji krîza Sûriyê re û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê qels dikin.

Em Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê van sûc û terora dagirkeriya Tirk, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember vê yekê şermzar dikin. Em bang li tevahî gelê xwe dkin li hember siyasetên dijminane û dagirkeriyê yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin. Em ê li hember hemû êrişên nû parastina xwe ya rewa û berxwedanê esas bigirin. Siyasetên dijmin û terora wê îsrara û vîna gelê me yê azad, demokratîk û jiyana birûmet têk nabin. Em siyasetên bicihkirinê û guhartina demografîk ku dagirkeriya Tirk li herêmên me yên dagirkirî pêk tîne qebûl nakin.

Em bang li tevahî hêz, çalakgerên Sûriyê û desthilata li Şamê dikin ku bi erk û berpirsiyarên xwe li hember siyasetên dagirkirin û gefên wê yên tevlbêkirina xaka Sûriyê li Tirkiyê, rabin.

Her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku şerê DAIŞ’ê, Rûsya û tevahî rêxistinên navneteweyî dikin ku bi berpirsiyarên xwe li hember êrişên li ser herêmên me û gelê yên ji bo terora dewleta Tirk a faşîst rabin, nehêlin tu komkujiyên û dagirkeriyên nû çêbidin.

Em careke din teqez dikin ku em ê li hember dagirkerî û terorê bi her şêweyî berxwedana xwe dewam bikin.”

(fr)

ANHA