Banga piştevaniya berxwedana gelê herêmê li ciwanên cîhanê hat kirin

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê bang li ciwanên cîhanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker destekê bidin berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê.

Banga piştevaniya berxwedana gelê herêmê li ciwanên cîhanê hat kirin
13 hezîran, 2022   10:23
HESEKÊ

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê îşaret bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm li pêşiya navenda meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ciwan stûna şoreşê û hêza wê ne û ew bi vî rihî rêya şehîdên xwe dişopînin. Di heman demê de sozê didin şehîdan û rêber Abdullah Ocalan ku ew ê bi yekitiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û herêmê bisekinin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker hate kirin ku dixwaze tevlîhevî li herêmê dewam bike û gelan berde hev, her wiha piştgiriya terorê bike û rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike. Li aliyekî din jî bi rêya êrişên li dijî herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "PDK li Başûrê Kurdistanê hevbeşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker dike û bi vê yekê re herêmê dike qada operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, lê ruxmî çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî berxwedaan gerîla bi bin ket."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ciwanan hate kirin ku siyaseta PDK`ê û xiyaneta mala Barzanî ji Kurdan re eşkere bikin û siyaseta dewleta Tirk a dagirker red bikin. Ji ber ku hewcedariya qonaxê bi ciwanan heye.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên cîhanê hate kirin ku destekê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Başûrê Kurdistanê.

(eh)

ANHA