'3 balafirên “SO25” û 8 balafirên bêpîlot ên Ukraynayê hatin xistin'

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 3 balafirên şer ên Ukraynayê ên ji cureya “SO25” ku yek ji wan li herêma Kharkiv e, her wiha 8 balafirên bêpîlot ên biçek ên Ukraynayê xistine xwarê.

'3 balafirên “SO25” û 8 balafirên bêpîlot ên Ukraynayê hatin xistin'
12 hezîran, 2022   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora rojane ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de ya têkildarî geşedanên dawîn ên tevgera leşkerî li Ukraynayê hate gotin:

“Hêzên Çekdar ên Rûsya bi moşekên Kalibr depoyekî mezin ê sîstema moşekan û pergala parastina hewayî ku DYA û Yekitiya Ewropayê radestî Kievê kirine, li herêma Ternopil rûxandin.

Balafireke şer a Rûsyayê, du balafirên ji cureya “SO25” ên girêdayî Ukraynayê xistin xwarê.

Balafirên Rûsya 3 baregehên Fermandariya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê îmha kirin û zêdetirî 150 tundraw tesfiye kirin.

Pergala parastina hewayî ya Rûsyayê du moşekên Tochka û 3 topên ji cureya “Uragan” li ser herêmên Donetsk, Kharkiv û Kherson rûxandin..

Her wiha pergala parastina hewayî Buk-M1, raderê kontrolkirina hewayî û rader S-300 û du betariyên MLRS ên hêzên çekdar ên Ukraynayê hatin îmhakirin.

Di êrişên moşk û tankên Rûsya de zêdetirî 320 çekdar hatin tesfiyekirin û 5 depoyên cebilxaneyê û sotemeniyê hatin rûxandin.

Her wiha 8 balafirên bêpîlot ên Ukraynayê li ser herêma Donbas û Kharkiv hatin xistin.

Hêzên Parastina Hewayî yên Rûsya li herêma Kharkiv balafireke ji cureya “SO25” xist xwarê.”

(cx)