Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê: Em ê erdê xwe biparêzin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê: Em ê erdê xwe biparêzin
12 hezîran, 2022   11:17
KOBANÊ

Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Ronahî Heco li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, bi beşdariya bi dehan endamên Meclisê daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê bi ser neket, lewma gefên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Li aliyekî din jî rojane li çavên cîhanê û dewletên garantorên agirbestê êrişî herêmê dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate teqezkirin ku çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn digere û çareserkirina doza kurdî tenê bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Di daxuyaniyê de ev pirs hate kirin: "Gelo dema DAIŞ`ê herêmên sînorî dagir kirin, çima artêşa Tirk behsa avakirina herêma ewle û parastina ewlehiya xwe ya neteweyî nekir? Çima piştî ku herêmê ji terorê hat paqijkirin û aramî û îstiqrar li herêmê pêk hat, behsa avakirina vê herêmê dike?”

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku gelê herêmê wê parastina herêmên xwe bike û ji artêşa Tirk a dagirker rizgar bike. Her wiha banga şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên bi saya wan hatine bidestxistin, hate kirin.

(eh)

ANHA