Bennett hişyarî da: Îran nêzî wergirtina çekên nukleerî dibe

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett hişyarî da ku êdî Îran bi awayekî xeternak ji wergirtina çeka nukleerî nêz dibe.

Bennett hişyarî da: Îran nêzî wergirtina çekên nukleerî dibe
12 hezîran, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bennett ji rojanemya "Telegraph" a brîtanî re daxuyand ku heke welatên rojavayî li pêş sîstema Tehranê nesekinin, dibe ku Îranê di demeke nêz de bombeya nukleerê bi dest bixe.

Bennett destnîşan kir ku Îran dewlemendkirina Uranyumê bi rêjeyeke zêde didomîne û bi awayekî xeternak nêzî bidestxistina çekên nukleerî dibe.

Daxuyaniyên rayedarê Îsraîlê di demekê de tên, ku behsa wê yekê tê kirin ku Îranê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 60 Uranyumê dewlemend dike, ku bi wê yekê madeya çêkirina bombeya nukleerê tê peydakirin. Lê belê Tehran çêkirina çekên nukleerî inkar dike.

Rojnameyê diyar kir ku di demekê de ku Ewropa bi şerê Ukraynayê ve mijûl e, bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve gefê li ewlehiya cîhanê dixwe.

(eh)