Sûcên dagirkeran li dijî şêniyên Efrînê ranawestin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji şêniyên navçeya Cindirêsê revand û birin navendeke xwe li navçeyê.

Sûcên dagirkeran li dijî şêniyên Efrînê ranawestin
12 hezîran, 2022   07:37
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Henan Mihemed Yûsif ê ji gundê Miskê ya navçeya Cindirêsê revandiye.

Çavkanî da zanîn ku dema Henan di benda kontrolê ya gundê Sindiyankê re derbas dibû çeteyan li wî da, piştre ew birin navendeke xwe ya li navçeyê.

Aqûbeta Henan heta niha jî nayê zanîn.

(dm)

ANHA