QSD’ê li Holê şaneyeke DAIŞ’ê girt

QSD’ê şaneyeke fînansê ya çeteyên DAIŞ’ê ku li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê çalak bû, girt.

QSD’ê li Holê şaneyeke DAIŞ’ê girt
12 hezîran, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) got, "Yekîneyên me yên taybet li bajarokê Holê yê li gundewarê rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, operasyonek pêk anî. Di encamê de şaneyek ji 3 endaman girt. Ew şane pere ji şaneyên DAIŞ’ê re dişandin, hin şaneyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fînanse dikirin. "

Navendê da zanîn ku di operasyonê de çek, amûr û belgeyên li gel endamên şaneyên ên hatine girtin, hatin desteserkirin.

(fr)