Rojnamevan: Bi hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad, dixwazin sûcên xwe veşêrin

Rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê der barê girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê de diyar kir ku çi dema dewleta Tirk bixwaze planekê li dijî mirovahiyê pêk bîne, çapemeniya azad dike hedef. Her wiha banga şikandina bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker kir.

Rojnamevan: Bi hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad, dixwazin sûcên xwe veşêrin
12 hezîran, 2022   07:07
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Careke dîtir dewleta Tirk a faşîst berê xwe da girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê. Di sibeha 8`ê Hezîranê de polîsên Tirk bi ser gelek malên rojnamevanên Kurd de girt, di encamê de 20 rojnamevan girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê ya ku weşana xwe li Bakurê Kurdistanê dike, di 9`ê Hezîranê de rojnamegerên destgîrkirî xistin hucreyên yekkesî û destûrê nadin parêzeran ku xwe bigihînin dosyayên wan.

Têkildarî mijarê rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê, ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

'TEVÎ GIRTIN Û ÎŞKENCEKIRINÊ ROJNAMEVANÊN AZAD KARÊ XWE NEHIŞTIN'

Nûçegihana JIN TV Bêrîtan Îrlan ku beriya niha li Bakurê Kurdistanê nûçegihantî kiriye û piraniya rojnamevanên ku hatine girtin hevalên wê ne diyar kir ku rojnamevanên ku hatine girtin pêşengtî ji kesên ku nû tev li kar bûbûn dikirin û got: “Dema min li Bakur kar dikir, dewleta Tirk dema ku êrişî dezgehên ragihandinê dikir teqez li pey wê êrişeke berfireh li dijî gelan hebe, êrişî berdewam in pêngavên xwe bi rêbazeke berfirehtir dike.”

Bêrîtan Îrlan got: “Diyar e ew ê êrişên berfirehtir li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk bînin, bi vî awayî dê li hember kurdan dest bi qirkirineke dijwartir bike.”

Di nava axaftina xwe de Bêrîtan Îrlan destnîşan kir ku dema hevalên wê dihatin girtin wan bi ken ev yek derbas dikir û wiha li dom kir: “Êdî me henekê xwe bi polîtîkaya wan a berbiçav dikir.”

Bêrîtan Îrlan da zanîn ku şert û mercê rojnamegeriya li Bakur Kurdistanê zehmet in, her roj ihtîmala binçavkirin û îşkencekirinê heye û got: “Di sala 2015`an de qetilkirin jî çêbû. Rojnamevanên xeta ragihandina azad tevî ku dihatin îşkencekirin û girtinê bi israr li ser karê xwe diman.”

'DEWLETA TIRK DI RÊZA YEKEMÎN A ÎŞKENCEYA LI SER ROJNAMEVANAN DE YE'

Edîtora rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl diyar kir ku li gorî bîlançoyê ku ji aliyên peywendîdar ve tên eşkerekirin, dewleta Tirk beriya niha gelek caran mafên rojnemevanan binpê kirine û got: “Dewleta Tirk di rêza yekemîn a îşkenceya li ser rojnamevanan de ye.”

Bêrîvan Xelîl îşaret bi girîngiya ajansên Jin News û Ajansa Mezopotamyayê (MA) kir û got: “Ji bo Jin Newsê, ew her dem dewleta Tirk jinan di hemû qadan de dike hedef, di heman demê de jinên rojnamevan ên ku bi rêbazên xwe yên taybet heqîqeta heyî derdixin pêş. Ji bo MA’yê jî dewleta Tirk ajansên ku piranî ji bo derxistina binpêkirinên ku li dijî gelê Kurd tên kirin, dike hedef. Li gorî bîlançoya Rojnamevanên Sînornenas ji sedî 90 saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyê girêdayî hikumeta AKP`ê ne.”

Di nava rojnamevanên girtî de nûçegihan û edîtorên MA û Jin Newsê jî hene.

Bêrîvan Xelîl da zanîn ku ew van kiryar û binpêkirinan wek sûc dibînin û wiha dom kir: “Çi dema dewleta Tirk bixwaze planekê li dijî mirovahiyê pêk bîne, çapemeniya azad rastî hewldanên xitimandinê tê. Îro dewleta Tirk êrişên xwe yê dagirkirinê dibe ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Tirkiyê jî aloziya aborî heye.”

Bêrîvan Xelîl wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwaze bibêje yan hûn ê bê deng bimînin, an jî hûn ê bên girtin û îşkencekirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Berîvan Xelîl banga şikandina bêdengiya li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker kir.

` GIRTINA BI VÎ HEJMARÎ NE JI RÊZÊ YE`

Nûçegihana Ronahî TV Raperîn Elî jî got: "Girtina rojnamevan rastiya dewleta Tirk a faşîst nîşan dide, li dijî rojnamegeriya azad zext û êrişan pêk tîne. Di girtîgehên dewleta Tirk de bi sedan rojnamevanên ku bûn dengê rastiya gelê xwe hene. Gelek ji wan jî çarenûsa wan ne diyar e."

Raperîn Elî da xuyakirin ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a qirker li ser derdorê zêdetir dibe, berî xwe dide girtina rojnamevanan û wiha dom kir: “Em girtina rojnamevanan a bi vê hejmarê kiryarekî ne ji rêzê dibînin."

Di axaftina xwe de Raperîn Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li  Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Naxwaze gelên li Tirkiyê dimînin bi taybet gelê Kurd rastiya talankirin, hewildanên qirkirinê û dagirkirina li Rojava bizanibin. Her wiha li Başûr jî li hember berxwedana gerîlayan têk çûye naxwaze ev têkçûyîn bi raya giştî re were parvekirin. Bi vî awayî rastiya têkçûyîna dewleta Tirk tê eşkerekirin.”

Raperîn Elî da zanîn ku dewleta Tirk a faşist dixwaze tenê ragihandineke hebe, ew ragihandin jî a wan be û wiha pê de çû: “Binçavkirina rojnamevanan di demekê de ye ku dema hilbijartinên serokkomarê nêz dibe, bibinçavkirina wan dixwazin peyamekê bidin muxlefetê ku ew nikarin li dijî wan rawestin.”

Raperîn Elî da xuyakirin ku li Tirkiyê rewşa aborî ber bi têkçûyînekê ve diçe, ev bûyer bi rêya ragihandina azad ve ji raya giştî re tê eşkerekirin û wiha got: “Dewleta Tirk naxwaze rizandina di nava xwe de derxîne holê.”

Raperîn Elî wiha axaftina xwe bi dawî anî: “Wek ku em dibînin, rojnamevanên ku hatine girtin jî hemû şagirtên apê Mûsa ne, kesên ku bi temenê xwe mezin in, bi salan e karê rojnamevantiyê kirine. Weke mîras û pêşengên ragihandina li Bakur in, dixwazin bi girtina wan mejiyê ragihandina azad li Bakurê Kurdistanê tune bikin.”

'EV KIRYAR ME JI ŞOPANDINA HEQÎQETÊ DÛR NAXIN'

Nûçegihana ajansa Nû Jinhayê Ebîr Mihemed jî da xuyakirin ku aloziya sîstema kapîtalîst dibe sedema gelek qeyranên civakî. Weke bertek ji vê sîstemê re li tevahî Kurdistanê gelek serhildan rû dan, li pêş van serhildanan jî astengî derdiketin, yek ji wan jî dewleta Tirk e û got: “Ji ber vê yekê pêwîstî bi avakirina çapemeniyeke azad heye ku rojnamevanên Kurd bikarin bibin dengê gelê xwe.”

Ebîr Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst hewl dide sûcên xwe veşêre û çapemeniya azad biçewisîne û got: “Ev bûyerên dijberî rojnamevanan ne tenê li Bakurê Kurdistanê pêk tên, li ser hemû rojnamevanên di xeta çapemaniya azad de kar dikin, pêk tên.”

Ebîr Mihemed got: “Ev kiryar me ji şopandina heqîqetê dûr naxin, ji ber ku bi rêya van binpêkirinan dixwazin çapemeniya azad lawaz bikin.”

ANHA