`Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî destpêka têghiştina rastiya projeyên dagirkeriyê ye`

Nivîskar û şîrovkarekî sûrî, xwepêşandanên ku li herêmên dagirkirî rû didin weke destpêka hişyariya gel ji projeyên dagirkeriya Tirk bi nav kir û diyar kir ku ji bo vegera penaberên sûrî Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e.

`Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî destpêka têghiştina rastiya projeyên dagirkeriyê ye`
12 hezîran, 2022   06:29
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di hefteya borî de li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan hatin lidarxistin.

Heta niha jî ew xwepêşandanên ku ji Efrînê dest pê kirin dewam dikin û gihiştiye bajarên Ezaz, Mari, Bab, Soran û Idlibê.

Xwepêşandêran banga derketina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê kir û sloganên "Sûriya azad e dewleta Tirk derkeve derve" berz kirin.

Der barê vê mijarê de nivîskar û şîrovekarê siyasî Pîr Rustem ji ajansa me re axivî û got:"Ew xwepêşandan destpêka sala 2011'an tîne bîra me, dema welatî ji bo başkirina rewşa jiyanî û bi destxistina azadî û rûmeta xwe daketin qadan û banga ruxandina rêjîma Sûriyê kirin."

Pîr Rustem wiha domand: “Îro xwepêşandan li dar ketin. Lê vê carê, li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ku li gorî fermana wê tev digerin. Raste tenê bi dehan kes an jî bi sedan kes derketin, lê banga derketina dagirkeriyê kir. Her wiha li Idlibê jî li dar ketin, ku guhertina demografiya bakurê Sûriyê red kir.”

Der barê bi karanîna hêzê li hember xwepêşandêran de Rustem got:"Bikaranîna hêzê beşek ji çanda rêjîmên faşîst e, diyar dike ku ew kesên xwe weke "şoreşger" bi nav dikin xwedî heman hişmendiyar rêjîma Sûriyê ne.”

Pîr Rustem diyar kir ku lidarxistina van xwepêşandanan destpêka hişyariya gel ji projeyên dagirkeriya dewleta Tirk e û got: "Ev xwepêşandan piştî çend salan ji dagirkeriyê li dar ketin, destpêka têgihiştina sûriyan a projeyên dagirkeriyê ye û fêm kirin ku dagirkeriya Tirk berjewendiyên xwe di ser ên gelê Sûriyê digire."

Rustem wiha berdewam kir: “Ev xwepêşandan, siyasetên dagirkeriyê piştî çend salak ji piştgirîdayînê eşkere kirin. Gelo ev destpêka pêvajoya têgihiştineke nîştimanî ya sûrî ya rastîn a projeyên dagirkeriya Tirk e? Helbet hêvî dikim ku ev destpêk temam bibe.”

Her wiha têkildarî îhtîmala berdewamkirina xwepêşandanan, Pîr Rustem got: "Ez bawer nakim ku ev xwepêşandan dewam bikin, ji ber ku li civakên rojhilatî bi giştî û erebî bi taybet hişmendiya olî ya selefî û sîwanên wan ên siyasî mîna komên olî yên radîkal bi serkêşiya Ixwan Muslîm, serdest in. Ji ber wê bawer nakim ku ev tevgera vê dawiyê berdewam bike."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Pîr Rustem di dawiyê de projeya Rêveberiya Xweser ku li ser esasê hevgirtina gelên herêmê hatiye avakirin weke hêviya vegera penaberên sûrî bi nav kir û got:"Xilasbûna ji aloziyê girêdayî bi lihevkirinên herêmî û navneteweyî, li ser projeyeke niştîmanî ya sûrî ye. Bi taybet Rêveberiya Xweser li ser bingeha Sûriye; dewleteke federal a demokratîk e û mafên hemû pêkhateyên wê yên neteweyî û olî pêk tîne. Wê demê wê penaber vegerin warên xwe yên resen û projeya dewleta Tirk ya ewlehiyê bi bin keve."

(dm)

ANHA