`Bêdengiya cîhanê li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve, tevkarî ye`

Hiqûqnas Mistefa Muslim diyar kir ku cîhan tev bi bêdengiya xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîla, îsbat dike ku pê re hevkar e. Her wiha destnîşan kir ku kiryarên li wir diqewimin asta hevkariya navneteweyî ya li hember doza kurd eşkere dike.

`Bêdengiya cîhanê li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve, tevkarî ye`
12 hezîran, 2022   06:23
KOBANÊ

Li gel bêdengiya navneteweyî roj bi roj, rastiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin eşkere dibin mîna bikaranîna çekên kîmawyî li dijî gerîla û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan li her derê.

DUALIYA HELWESTÊN LI HEMBER BIKARÎNERÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Hiqûqnas Mistefa Muslim, berdevkê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê têkildarî mijarê wiha got: "Bikaranîna çekên Kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê nîşana binkeftina dagirkeriya Tirk e ku nekarî destkeftiyekê li ser erdê bi dest bixe."

Muslim wiha domand: "Cîhan tev bi bêdengiya xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî  ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dijî gerîla, hevkar e. Ji ber berjewendiyên xwe, civata navneteweyî li hember wan sûcan bêdeng e. Tişta îro li Sûriyê qewimî û hîna li çiyayên Kurdistanê diqewime nîşana wê yekê dide."

Her wiha Mistefa Muslim der barê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmawyî li çiyayên Kurdistanê de ev nirxandin kir: "Ti tişt bê lihevkirineke navneteweyî çênabe, civata navneteweyî bi awayekî veşartî piştgiriya kiryarên dagirkeriya Tirk dike û komkujiyên ku li çiyayên Kurdistanê pêk tên durûtiya civaka navneteweyî der barê doza Kurdî de diyar dikin. Ev yek komkujiya Helebçeyê tîne bîra me ku bi hezaran Kurd bi destê Sedam Huseyn şehîd bûn."

Muslim destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî, sûc e, çi li Sûriyê be yan jî li çiyayên Kurdistanê û ev li gotina xwe zêde kir: “Divê Bikarînerên çekên kîmyewî werin cezakirin. Lê danûstandina bi vê mijarê girêdayî bikaranînerê ye. Ji ber wê cîhan bê deng e û van êrişan qebûl dike. Li Sûriyê, cîhan tev li hember bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rejîma Sûriyê ve sekinî. Her wiha aliyên têkildar serdana cihên ku van çekan hatine hedefgirtin kir. Lê li çiyayên Kurdistanê rewş cuda ye. Cîhan tev bêdeng e.."

Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG) jî di dawiya sala borî de daxuyaniyek belav kiribû û tê de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve di 2021'an de 367 caran û êrişên bi moşekên katyoş 436 caran û êrişên hewayî 2 hezar û 25 caran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê teqez kiribû.

`DIVÊ EM KOMKUJIYAN BELGE BIKIN`

Girêdayî erkên çalakvan û hiqûqnasan di vî warî de Mulsim got:  "Tevî bîlançoyên ku HPG'ê der barê êrişên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê de radigihîne jî, lê ew têrê nakin. Divê çalakvan û hiqûqnas xwedî li erka xwe derkevin da ku wijdanê cîhanê ji xewê rakin."

Mistefa Muslim bang li welatparêzan kir ku ji bo xuyakirina dîroka kujer a dagirkeriya Tirk li dijî gelên herêmê nexasim gelê Kurd de, bixebitin.

Mistefa Muslim di dawiyê de got: "Roleke mezin a çalakvan û hiqûqnasên Kurd heye. Ew dikarin sûcên di encama topbarana çekên kîmyawî de pêk tên belge bikin, bi rêya berhevkirina şahidiyan, delîlan ji cîhanê re pêşkêş bikin da ku rastiyê nas bikin."

ANHA