​​​​​​​4 kesên bertîl digirt û gendelî dikir, hatin girtin

Têkoşîna li dijî gendeliyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. 4 kesên ku di saziyên QSD’ê de dixebitîn û derket holê ku gendelî kiriye û bertîl girtiye, hatin girtin.

​​​​​​​4 kesên bertîl digirt û gendelî dikir, hatin girtin
12 hezîran, 2022   03:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyonên li dijî kesên di saziyên QSD'ê de sextekarî, dizî û gendeliyê dikin û bertîlê digirin an jî belgeyên sexte amade dikin, berdewam dikin.

Di çarçoveya operasyonên li dijî gendeliyê de beriya demekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin kes hatibûn destgîrkirin û piştî ku sûcên wan hatibûn îspatkirin, veguhastibûn dadgehê.

Kesên bi navên Î.E.R., A.M.O, E.M.S. û Î.M.Î. ku di saziyên QSD’ê de dixebitîn û bi tawanên di belgeyan de sextekarî kiriye û gendelî û dizî kiriye, hatibûn destgîrkirin û di dadgehê de cezayê giran ê girtîgehê lê hatibû birîn. Her wiha dadgehê biryar dabû ku divê pereyên ku ji aliyê wan ve hatine dizîn, vegerînin.

Hemleya têkoşîna li dijî gendeliyê dewam dike. 

ANHA