ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2022
11 hezîran, 2022   23:00

-Meclisa Civakî ya Ermenî yekemîn dewreyên perwerdeyê ya fêrkirina zimanê ermenî  li Hesekê vedike, saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê der barê girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê de diyar kir ku çi dema dewleta Tirk bixwaze planekê li dijî mirovahiyê pêk bîne, çapemeniya azad dike hedef. Her wiha banga şikandina bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên Kobanê anîn ziman ku li dijî gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmê ew xwe dispêrin hêza gel û gotin: "Her êrişeke dagirkeriyê wê radestî berxwedaneke dîrokî ya gel û şervanan were."(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnas Mistefa Muslim diyar kir ku cîhan tev bi bêdengiya xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîla, îsbat dike ku pê re hevkar e. Her wiha destnîşan kir ku kiryarên li wir diqewimin asta hevkariya navneteweyî ya li hember doza Kurd eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-2 jinên DAIŞ`î eşkere kirin ku rêxistina IHH`ê ya Tirk revandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koordîne dike û çavdêriya wê dike, her wiha çûyîna wan ber bi herêmên dagirkirî ve hêsan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û şîrovkarekî sûrî, xwepêşandanên ku li herêmên dagirkirî rû didin weke destpêka hişyariya gel ji projeyên dagirkeriya Tirk bi nav kir û diyar kir ku ji bo vegera penaberên sûrî Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên komên girêdayî Îranê de rêwîtiya hewayî li Balafirgeha Şamê hatin taloqkirin. Parlamentoya Ewropa hişyarî li ser têkçûyîna serweriya qanûnê û mafên mirovan li Tirkiyê da ku bêyî wê domandina diyaloganên tevlêbûna Yekitiya Ewropayê ne pêkan e.

KURDISTAN

-Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Salîha Aydenîz bang li tevahî gelên li Tirkiyê kir ku beşdarî 'Meşa Gemlîkê ya Mezin’ bibin û got: "Azadiya birêz Ocalan misogeriya demokratîbûna Tirkiyê û azadiya gelê Kurd û demokratîbûna Rojhilata Navîn e."

-Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê teqez kir ku ketina PDK'ê di şerê giştî li gerîla de dê bibe metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê, bi taybet Beşûrê û destnîşan kir ku qonaxa heyî ji qonaxa bangewaziyên ji bo PDK'ê derbas bûye û êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê li hember vî şerî helwesteke cidî nîşan bide.(BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Leyla Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gefeke nû li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike û got: “Dewleta Tirk bakurê Sûriyê vediguherîne bombeyên li ber teqînê ku gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe.”(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-"Bi jinên fedekar weke te dê gelê me azadî bi dest bixe", dayika bi navê Emîna ku dayika 2 şehîdan e, wisa gotina rêber Abdullah Ocalan ji xwe bi bîr xist û hêvî kir ku careke din rêber Abdullah Ocalan bibîne.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA