Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê spartgehên DAIŞ`ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê û yên hêzên hikumeta Şamê îro li dijî herêmên li çolistana Sûriyê ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin, bi dehan êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê spartgehên DAIŞ`ê bombebaran kirin
11 hezîran, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê di çend saetên dawîn de li dijî şikeftên li çolista Resafe ya Reqayê û sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ`ê lê ne, bi dehan êriş pêk anîn. Hin agahiyên li ser kuştiyan jî hene.

Ji destpêka Hezîranê ve balafirên şer ên Rûsyayê li dijî spartgehên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê nêzî 220 êriş pêk anîne, balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê jî nêzî 50 êriş pêk anîne.

(cx)