​​​​​​​Peyama rojnamevanên destgîrkirî: AKP-MHP nikarin ji karê me re bibin asteng

Rojnamevanên li Amedê bi deste polîsên Tirk hatibûn destgîrkirin, bi peyamekê got “Kevneşopa çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bê bêdengkirin. Kevneşopa çapemeniya azad her tim rastî got û wê ji niha şûnde jî rastiyan bibêje.”

​​​​​​​Peyama rojnamevanên destgîrkirî: AKP-MHP nikarin ji karê me re bibin asteng
11 hezîran, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê ji 8’ê Hezîranê ve 20 jê rojnamevan, 21 kes hatine destgîrkirîn.

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan û edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.

Di peyama Serdar Altan de hate gotin: “Desthilat hebûna xwe bi veşartina rastiyan a ji gel didomîne. Ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê dikin hedef. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van operasyonan hewl dide bêhiqûqiyên xwe, pêkanînên derveyî mirovahiyê ji gel veşêrin. Bi destgîrkirin û girtina rojnamevanan ragihandina rastiyan a ji gel re nikare were astengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopa çapemeniya azad her tim rastî got û wê ji niha şûnde jî rastiyan bibêje. Rojnamevanî ne sûc e.”

Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçak jî wiha got: “Desthilat û daraz her çi qas bi ser kevneşopa çapemeniya azad de werin jî dixwazin destnîşan bikim ku em li ser pêyan e. Em ji rastiyan hêzê digirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi daraza xwe bi helwest û pêkanînên xwe nikare ji karê me re bibe asteng. Em rojnamevan in. Desthilat û daraz nikare karê me diyar bike. Nikarin biryar bidin ku em rojnamevan in an ne rojnamevan in. Bi gotina wan a ‘ne rojnamevan in’ em ji rojnamevaniyê dernakevin. Rojnamevaniya jin a Kurd gaveke nû destnîşan kir. Jinnews ajanseke jinan e ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi awayekî xurt rojnamevaniya jinê dike. Roja ku rojnamevaniya jin a Kurd xwe bi rêxistin dike ve desthilat zextê li rojnamevanên jin dike. Yek ji sedemê van operasyonan jî ev e. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku karê em dikin û rêya me rast e û em ji vê yekê bawer in.”