​​​​​​​HPG`ê nasnameya 2 şehîdên Bestayê eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîla Firat Şirnex û Delîla Botan ên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir. HPG`ê soza tacîdarkirina têkoşîna hevrêyên xwe bi serfiraziyê, nû kir.

​​​​​​​HPG`ê nasnameya 2 şehîdên Bestayê eşkere kir
11 hezîran, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî weşand;

“Di 23’ê Gulana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li Bestayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di şerê vê operasyonê de hevrêyên me Firat û Delîla şehîd bûn. Her du hevrêyên me yên ji Botanê piştî têkoşîneke dirêj û serkeftî vegeriyabûn axa ku lê ji dayik bûne û wekî şervanên berxwedêr ên têkoşîna azadiyê ya gelê me, li hemberî dagirkeran şer kiribûn. Hevalên me Firat û Delîla yên ku tevlî gelek çalakiyên li Botanê bûne, bi helwesta xwe ya Apoyî, gelê me û hevalên me li hemberî wan bi hurmet bûn. Em jî soza xwe dubare dikin ku em ê bi berpirsyartiya ku em layiqî têkoşîna hevalên xwe yên hêja bin û têkoşîna hevalên xwe bigihînin serfiraziyê.”

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Firat Şirnex

  Nav û paşnav: Mehmet Halîl Dogal

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Asiye - Reşît

  Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Gulana 2022’an / Besta

 

  Nasnav: Delîla Botan

  Nav û paşnav: Narîn Algun

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Husna Lokman

  Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Gulana 2022’an / Besta

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Firat û Delîla re, ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û bang li wan dikin ku li dora rastiya şehîdan hîn bêhtir têbikoşin.”