​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Yekitiya me misogeriya têkbirina dagirkeriya Tirk e

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û got, "Li dijî van êrişên ewlehî û îstiqrara me dikin armanc, divê em hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin."

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Yekitiya me misogeriya têkbirina dagirkeriya Tirk e
11 hezîran, 2022   04:23
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Gelên Kurd û Ereb li ser destên Osmaniyan rastî gelek siyasetên dijminane û komkujiyan hatin, bi taybet Kurd û niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide li Sûriyê bi îdiaya parastina "ewlehiya sînorê xwe" û avakirina herêma "bi ewle" dîrokê dubare bike.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, êrişên nû dane destpêkirin. Di demên dawî de jî asta êrişan zêde kir û hemû çekên kîmyewî û qedexekirî  bi kar tîne.

Berdevkê eşîrên Bikeyîr ên li gundewarên rojavayê Dêrazorê Rida Elî axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Şêx û rûspiyê eşîrên li hemû herêman van êrişan red dikin ji ber ku pêkhateyên herêmê dikin armanc. Em parçekirina Sûriyê red dikin û rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku careke din xaka me dagir bike, lewma em ê parastina hevgirtina civakî bikin."

Ride Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê civata navneteweyî bi rawestandina van êrişan aloziya Sûriyê çareser bike, ji ber ku temenê krîzê dirêj kir û dihêle ewlehî li Sûriyê misoger nebe û gefan li yekitiya xak û gelê wê dixwe."

Rûspiyê eşîra Enabize ku eşîreke êla Igêdat e, Sebah Emaş jî got: "Gelê Sûriyê yek e û ji mêj ve li ser vê xakê bi hev re dijîn û dê dev jê bernede jî. Lewre em ê rê nedin Tirkiyê yan jî aliyên derve xaka me dagir bikin."

Emaş anî ziman ku şêniyên qebîleya Igêdat û hemû eşîrên herêmê dagirkirina xaka wan red dikin û wiha dewam kir: "Em gelek in û bi yekitiya xwe me serkeftina li dijî terorê qezenc kir û em ê bi yekitiya xwe bersiva dewleta Tirk a dagirker bidin."

Emaş di dawiyê de got, berpirsyariya rawestandina êrişan dikeve ser milên civata navneteweyî û divê rêxistinên mafên mirovan dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmê pêk tîne, bînin.

(eh)

ANHA