​​​​​​​Ciwanên Qamişlo berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo bi xwepêşandanekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo berxwedana gerîla silav kir
10 hezîran, 2022   19:40
QAMIŞLO

Xwepêşandan li ber dibistana El-Zehra ya li taxa Qidûrbeg dest pê kir. Di xwepêşandanê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Ciwanan siloganên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û berxwedan gerîla berz kirin.

Li çerxerêya Zeytûniyê, ciwanan deqeyeke rêz girtin, piştre daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Jiyan Hesarî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla.

Her wiha hat gotin ku dagirkeriya Tirk hemû êrişên ne exlaqî dewam dike lê ew ê nikaribe vîna gel bişkîne.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de li dijî dagirker û xiyanetê banga tevlîbûna li şerê azadiyê kirin.

Her wiha teqez kirin ku ew ê heta dawiyê li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

(şt)

ANHA