​​​​​​​Çima dewleta Tirk gefa dagirkirina Minbicê dixwe?

Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber wê çavê gelek dewletan, di serî de dewleta Tirk a dagirker lê ye ku dagirker bike û armancên xwe yên siyasî û leşkerî lê pêk bîne.

​​​​​​​Çima dewleta Tirk gefa dagirkirina Minbicê dixwe?
11 hezîran, 2022   01:37
MINBIC- CÛMA MIHEMED

Şopdarên rewşa Tirkiyê dibêjin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Mîsaqî Millî li bakurê Sûriyê û Iraqê pêk bîne. Bajarê Minbicê ku xwedî girîngiyeke stratejîk li bakurê Sûriyê ye di nav mîsaqê de ye.

Ji vî bingehê dewleta Tirk hewl dide Osmaniya rizyayî zindî bike û planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.

Çima dewleta Tirk a dagirker çavê xwe berdaye Minbicê û gefên dagirkirina wê dixwe?

ERDÎNGARIYA MINBICÊ

Bajarê Minbicê li ser rêya M4 dikeve ku bajarên bakur, rojhilat û rojavayê Sûriyê bi hev ve girêdide. Minbicê 25 km li aliyê rojavayê çemê Firatê dikeve û 75 km ji bajarê Helebê dûr e. Ji ber wê cihekî stratejîk e.

Li gorî serjimariya hikumeta Şamê ya sala 2004'an, hejmara niştecihên Minbicê 100 hezar kes bûn. Piştî rizgarkirina wê di Tebaxa 2016'an ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê şêniyên wê yên koçber bûbûn lê vegeriyan û hejamra nifûsa wê zêde bû.

Li Minbicê Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen dijîn.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re di dawiya sala 2012'an û heta 2016'an gelek koman dest danîn li ser bajar û gundewarê Minbicê. Destpêkê koma "artêşa azad" bû, piştre, Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) û herî dawî çeteyên DAIŞ'ê bû ku zêdetirî du sal û nêvî Minbic dagir kirin.

BINKEFTINA DAIŞ LI MINBICÊ BINKEFTINA TIRKIYÊ BÛ

Di 15'ê Tebaxa 2016'an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi desteka QSD'ê Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Ji ber gelek sedeman binkeftina DAIŞ û rizgarkirina Minbicê bandoreke mezin li pêngavên li DAIŞ li Sûriyê û Iraqê kir. Ji wan sedeman;

Minbic wekî paytexta çeteyên biyanî dihat dîtin. Çeteyên ji derveyî Sûriyê û Iraqê bi rêya Tirkiyê dihatin ku tev li DAIŞ'ê dibûn. Ji Stenbol heta Dîlokê bajarê Minbicê bûbû nuqteya kombûna çeteyên ji derve dihatin û li herêmên Sûriyê û Iraqê belav dibûn.

Dewleta Tirk heta niha desteka lojîsîk û manewî dide DAIŞ'ê. DAIŞ bi serbestî  li pêşiya çavê rejîma Tirk û îstîxbarata wê li bajarên Tirkiyê tev digere û ciwnan tev li xwe dike. Heman demê sînorê Tirkiyê li pêşiya kesên ku dixwazin tev li DAIŞ'ê bibin û barhilgirên çekan û birîndarên DAIŞ'ê, her wiha li pêşiya kamyonên petrolê ku ji bîrên Cizîra Sûriyê tê dizîn , vekirî ye.

Tirkiyê çeteyên DAIŞ'ê ji bo wêrankirina Sûriyê bi kar dianî. Her wiha çete şandin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Armanca Tirkiyê ew e bû ku gelên herêmê, di serî de kurdan qir bike û yên mayî koçber bike, heman demê da ku projeya demokratîk têk bibe.

Rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ'ê planên Tirkiyê têk birin. Bi rizgarkirinê re herêmên ku DAIŞ'ê dagir kiribûn ji sînorê Tirkiyê yê ku bûbû spartgeha yekemîn ji bo DAIŞ'ê, ji hev hatin qutkirin.

Niha jî dewleta Tirk hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê winda kirine, vegerîne da ku bi wê re planên xwe yên mêtîngeriyê û Mîsaqî Millî pêk bîne.

MINBIC LI BER XWE DIDE

Şêniyên Minbicê pêşengtiya pêngava rizgarkirina ji DAIŞ'ê kirin. Di pêngava ku 73 rojan dewam kir de bi sedan Ereb, Kurd û Tirkmen canê xwe di oxira azadiyê de feda kirin.

Piştî rizgarkirina Minbicê bi çend rojan, bi taybet di 24'ê Tebaxê roja salvegera a 500 a şerê Mircdabiqê de  dewleta Tirk bajarên Cerablus, Ezaz, Bab, Mari û Raî ji çeteyên DAIŞ'ê wergirtin û ji wê demê ve û ji van herêman êrişî Minbicê dike û dixwaze dagir bike.

Gundên Hoşeriyê, Cat, Mihsenlî, Ewn Dadat, Um Edese, Toxar, Ereb Hesen, Seyada û Dendeniyê yên bakurê Minbicê û gundên Kawkilî, Qert Wêran, Hemra û Erîma yê rojavayê Minbicê rojane tên topbarnkirin. Ev gund ji aliyê meclisa bajarê Babê ya dagirkirî, tên birêvebirin û Meclisa Leşkerî ya Babê ve tên parastin.

Li aliyekî din xeta parastinê ya ku şêniyên Minbicê li derdora bajar ava kirine li pêşiya dagirkeran mertal e. Şênî destwerdana derve di kar û barên xwe de red dikin.

TIRKIYÊ GEFÊ LI NASNAMEYA HERÊMÊ DIXWE

3'yê Gulanê serokkomarê Tirkiyê biryarekek xeter da ku ew amadekariyên vegerandina bi dilxwaz a milyoneke penaberên sûrî yên li Tirkiyê dike.

Erdogan eşkere kir ku heta niha 500 hezar penaber vegeriya herêmên dagirkirî û ragihand ku Tirkiyê amadekariyên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li 13 herêmên Sûriyê dike. Her wiha got, heta niha 57 hezar û 306 mal li bakurê Sûriyê temam bûne û dê di vê pêngavê de 77 hezar malî ava bikin.

9'ê heman mehê Erdogan careke din ev mijar xist rojevê û got, ew dixebitin ku 200 hezar yekîneyên niştecihbûnê li bakurê Sûriyê ava dikin û milyon penaberên sûrî amade ne vegerin.

Li gel wê, Tirkiyê niyetên xwe yên pêkanîna dagirkeriyeke nû li Sûriyê ragihand û li bende erêkirina navneteweyî ye.

Senaryoyên li herêmên dagirkirî rû didin, ji her kesî re eşkere ne. Diyar e ku Tirkiyê hewl dide van senaryoyan li Minbic û deverên din ên bakuêrê jî pêk bîne

Plana Tirkiyê pêkanîna êrişan, koçberkirina şêniyan û guhertina demgorafîk e. Heman demê pere û zimanê tirkî li herêmên dagirkirî ferz dike û herêmên ber bi tirkkirinê ve dibe.

Ev proje di serî de nasnameya sûrî û xaka Sûriyê dike armanc ku dewleta Tirk hewl dide li tevahî Sûriyê pêk bîne. Lê QSD û Rêveberiya Xweser di çeperên berxwedanê de ne û li hemberî her projeyeke parçekirina Sûriyê disekine.

QSD'ê li hemberî êrişan mafê parastina rewa bi kar tîne û her tim teqez dike ku ew amade ye bersiva her êrişan bide.

ANHA