​​​​​​​Nivîskar Deştê: Armanca Tirkiye ne parastina ewlehiya neteweyî ye, lê qirkirina gelan e

Nivîskar Dilovanê Deştê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ewlehî û hehbûna Kurd û tevahî gelên herêmê dixe xeteriyê. Deştê bang ji hikumeta Şamê û Komkara Erebî kir ku bi lez bikevin tevgerê  û dawî li dagirkeriya Tirk werînin.

​​​​​​​Nivîskar Deştê: Armanca Tirkiye ne parastina ewlehiya neteweyî ye, lê qirkirina gelan e
11 hezîran, 2022   03:29
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî gef û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di heman demê de li herêmên dagirkirî sûc û binpêkirinên xwe ranewestandiye. Li hemeberî vê li wan herêman xwepêşandan hatin lidarxistin û banga derxistina dewleta Tirk hate kirin.

Li ser mijarê nivîskarê Kurd û endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê Dilovanê Deştê diyar kir ku armanca rejîma Tirk a dagirker ne parastina ewlehiya neteweyî ye, lê belê qirkirina gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan e.

Deştê anî ziman ku dewleta Tirk hebûna PKK'ê dike hincet û wiha domand: "Her kes dizane yên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin zarokên wê ne. PKK'ê li Rojava tune ye. Tevahî pêkhateyên herêmê şerê terorê kirin, hêzên xwe û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin."

Dilovanê Deştê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker serkeftinên ku şêniyên herêmê piştî têkbirina terorê bi destxistine wekî xeteriyekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne, dema ku DAIŞ'ê li ser sînorê wê bû yek gule li hemberî wê neteqan, lê niha êrişî QSD'ê dike ya ku yek gule bi aliyê Tirkiyê ve neavêtiye.

Der barê armancên Tirkiyê ji van êrişan de nivîskar Dilovanê Deştê da zanîn ku Tirkiyê hewl dide bi dagirkirina Mûsil, Kerkûk û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîsaqî Millî zindî bike û kurdan dike hincet. Her wiha got: "Em dizanin ku li van herêman tevahî pêkhate dijîn, ev dide diyarkirin ku Tirkiyê hewl dide tevahî pêkhateyan qir bike."

Deştê bi domdarî got: "Tevahî pergalên ku Tirkiyê bi rêve birin, di hemû aliyan de, çandî, dîrokî û civakî şerê gelê Kurd kirin. Me dît çawa şûnwarên dîrokî yên Efrînê dîzî û talan kirin. Rojhilatnas diyar dikin ku Tirkiyê mayîna xwe di qirkirina kurdan û pêkhateyên din de dibîne."

'TEVAHÎ GELÊ SÛRIYÊ PIŞTGIRIYA XWEPÊŞANDANÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIKIN'

Nivîskar Dilovanê Deştê bal kişand ser xwepêşdanên ku li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê derketine û wiha axivî: "Ev xwepêşandan ji bo Erdogan û çeteyên wî bersiveke ku dê dawiya wan li Sûriyê be. Ji ber ku gelê Sûriyê bi tevahî li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê ye û daxwaza derketina tevahî hêzên leşkerî yên biyanî ji Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî dikin. Nabe xwepêşandan werin polîtîzekirin û ji armancên rasteqîn werin derxistin."

Deştê diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimuneya niştimanî ya Sûriyê ye,  ji ber ku yekitiya xaka Sûriyê parast, bi hezaran şehîd dane. Her wiha got, gelê Sûriyê piştgiriyê dide xwepêşdanên bi bangên bidawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Sûriyê ku Sûriyê parçe dikin.

Nivîskar Dilovanê Deştê bang li hikumeta Şamê û Komkara Erebî kir ku biryarekî ji Neteweyên Yekbûyî bigirin ku dawî li dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Girêdana rejîm û opozisyonê bi hêzên derv re temenê aloziyê dirêjtir dike û rê li ber Tirkiyê vedike ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike."

ANHA