Ciwan Siko: Zêdegaviyên Tirkiyê encamên bêdengiya navneteweyî ye

Sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ciwan Siko diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji nakokiyên navneteweyî sûdê digirin da ku şerê xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne û got, bêdengiya navneteweyî derfetê dide dagirekran da ku siyasetên xwe yên dijbertiya gelên herêmê zêde bikin.

Ciwan Siko: Zêdegaviyên Tirkiyê encamên bêdengiya navneteweyî ye
11 hezîran, 2022   00:49
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK'ê êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Tevî ku hemû rêbazên qirêj û çekên kîmyewî pêk tîne tu encam bi dest nexistiye.

Bertekên li hemberî van êrişan zêde dibin. Sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ciwan Siko anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li ser nakokiyên navneteweyî ava bûye, ji nakokiyên navneteweyî sûdê digire û êrişî gelê Kurd dike.

'ZÊDEGAVIYÊN TIRKIYÊ ENCAMÊN BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ NE'

Siko bal kişand ser bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelan û got, ev sûc tevahî nirx û qanûnên navneteweyî derbas kirine, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyan li gund û bajarên wan dikin hedef.  Her wiha diyar kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijbertiya gelên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen zêde kirine.

Sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan û şewitandina bi hezaran donim bax û baxçeyan, binkeftinên xwe dinixumîne, mafên mirov û xwezayê bin pê dike.

Siko anî ziman ku li gorî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT), ji Tebaxa 2015'an ve, 116 kes li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û wiha axaftina xwe domand: "Nabe Kurd di dozên navneteweyî û herêmî de werin paşguhkirin an bikaranîn. Ji ber ku Kurd bi hemû hêza xwe li hemberî aliyên ku hewl didin îrade û hebûna wan têk bibe, tê dikoşin û li ber xwe didin."

Sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ciwan Siko bang li PDK'ê kir ku li yekitiya kurdan vegere û bi dewleta Tirk a dagirker re di şerê wê yên li dijî gelê Kurd de  nebe tevkar. Her wiha bang li tevahî partiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku bibin yek, destekê bidin gerîla ku Başûrê Kurdistanê ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê parast.

ANHA