ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2022
10 hezîran, 2022   23:00

-Meclisa Kantona Hesekê civîneke berfireh ji bo nirxandina rewşa siyasî li Hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca nirxandinên geşedanên dawî ji şêniyên navçeya Girkê Legê re, PYD'ê divînekê li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ciwan Siko diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji nakokiyên navneteweyî sûdê digirin da ku şerê xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne û got, bêdengiya navneteweyî derfetê dide dagirekran da ku siyasetên xwe yên dijbertiya gelên herêmê zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Navçeya Til Temirê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî ji bo şêniyan di nava tevgerê de ye. Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku şêniyan biryara girêdana bi xaka xwe ve dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesên ku li Efrîna dagirkirî mane di rewşeke tirs de dijîn. Efrîn a ku ev 4 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye veguheriye mîna girtîgeheke mezin, aramî lê nemaye, rojane sûcên herî hovane li dijî mirovahî û xwezayê tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber wê çavê gelek dewletan, di serî de dewleta Tirk a dagirker lê ye ku dagirker bike û armancên xwe yên siyasî û leşkerî lê pêk bîne. (BI WÊNE).

- Nivîskar Dilovanê Deştî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ewlehî û hehbûna Kurd û tevahî gelên herêmê dixe xeteriyê. Deştî bang ji hikumeta Şamê û Komkara Erebî kir ku bi lez bikevin tevgerê  û dawî li dagirkeriya Tirk werînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê QSD’ê yê li Zirganê Baran Can diyar kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker li seranserê xeta Zirganê pêk tê û got “Ger êrişek li ser herêmên me pêk were, di çarçoveya xweparastinê de dê bersiva wê jî bê dayîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û got, "Li dijî van êrişên ewlehî û îstiqrara me dikin armanc, divê em hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di êrişên dewleta Tirk a qirker de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek sûc li dijî zarokan têne kirin; qetilkirin, birîndarbûn, şewitandina bi çekên kîmyewî, bê kes mayîn, di kampan de jiyîn, ji perwerdeyê dûrbûn û nexweşiyên derûnî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Qamişlo projeyên xwe yên di plansaziya sala 2022'an de didomîne. Şaredarî rêyên taxên rojava û rojhlat sererastkirina rêyan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA