Ciwan Mele Eyûb: Şêniyên Til Temirê biryara berxwedanê da ye

Meclisa Navçeya Til Temirê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî ji bo şêniyan di nava tevgerê de ye. Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku şêniyan biryara girêdana bi xaka xwe ve dane.

Ciwan Mele Eyûb: Şêniyên Til Temirê biryara berxwedanê da ye
11 hezîran, 2022   05:58
HESEKÊ

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker di Cotmeha 2019'an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, rojane gundewarên navçeya Til Temirê, sivîlên herêmê, saziyên xizmetguzarî û perestgehên olî dikin hedef.

Di heman demê de serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan careke din li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê xwar.

Di vê der barê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ji ajansa me re axivî.

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku rojane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên herêmê dikin hedef, ziyanên mezin digihêje mal û milkên welatiyan û navendên xizmetguzarî.

Ciwan Mele Eyûb der barê planên meclisê ji bo rûbirûbûna li hember êrişên dagirkeriyê de got: "Meclis bi hevkariya Hêzên Parastina Civakî civînan ji gel re li dar dixe. Em geşedanên dawî dinirxînin û welatiyan fêrî şêwazên xweparastina ji êrişan dikin."

Mele Eyûb diyar kir ku şêniyên Til Temir û gundên wê xwedî tecrubeyeke dirêje û got: "Beriya niha çeteyên DAIŞ'ê êrişî herêmê kirin, niha jî artêşa Tirk a dagirker êriş dike. Şênî xwedî tecrube ye û ji bo xwe biparêze gelek şêwazan bi kar tîne."

Mele Eyûb di dewama axafitina xwe de ev tişt jî anî ziman:"Hebûna welatiyan li ser xaka xwe û nekoçberiya gel, bersiva herî baş a êrişan e. Şêniyên herêmê piştgirî didin hêzên xwe yên parastinê, ji bo parastina gund û navçeya xwe komîteyên parastinê ava dikin."

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku şêniyên Til Temirê dê careke din rê nedin senaryoyên koçberî û revandinê dubare bibe û got:" Biryara şêniyên herêmê mana li ser xakê ye, ew ê herêmê ji dagirkeran re nehêlin û berxwedana xwe dewam bikin."

Ciwan Mele Eyûb destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk şerê taybet jî dide meşandin û ev tişt anî ziman:" Li ser ragihandina dijber û sîxurên xwe yên li herêmê şerê taybet didin meşandin.''

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb di dawiyê de bang li şêniyan kir ku ji hewildanên têkbirina hevgirtina gel hişyar bin.

(şt)

ANHA