Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbat û vasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
10 hezîran, 2022   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan tevî vasiyê wî Mazlûm Dînç û Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim, Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bê bersiv dimînin. Carinan piştî mehan tê diyarkirin ku hevdîtin hatine qedexekirin û hincetan nîşan didin.

Der barê hinceta qedexeyê de tu agahî nedane parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê dabû û îtîrazî biryara qedexeyê kiribû.