Piştî êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê heta 48 saetan hate girtin

Ji ber derbeyên artêşa Îsraîlê yên vê sibehê li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî gelek zirar çêbûn û birca çavdêriyê ya balafirgehê jî hate derbekirin. Li ser vê yekê rêwî hatin agahdarkirin ku rêwîtiyên xwe heta 48 saetan bi paş ve bixin.

Piştî êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê heta 48 saetan hate girtin
10 hezîran, 2022   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku aliyê bakur ê Balagirgeha Şamê ya Navneteweyî ji ber derbeyên artêşa Îsraîlê yên li dijî 3 depoyên komên Îranê, zirar dîtiye.

Di heman demê de di birca çavdêriyê ya balafirgehê de jî zirar çêbû û tevgera rêwîtiyê li balafirgehê sekinî. Li ser vê yekê şîrketên rêwîtiyê hemû rêwî agahdar kirin ku rêwîtiya xwe heta 48 saetan bi paş ve bixin.

(eh)