Lona û Elûş; du aliyên heman gendeliyê

Di demekê de ku herêmên hikumeta Şamê û herêmên artêşa Tirk dagir kirine zehmetiya debarê dikişînin, welatiyên sûrî bi vekirina xwaringeheke li Şamê ji aliyê şêwirmenda Beşar Esed Lona Şibil ve mijûl in. Her wiha serçete Mihemed Elûş piraniya parên şîrketa ‘Xureba’ kirîn. Ev jî dibe sedema vê pirsê; gelo her duyan pere ji ku anîn?

Lona û Elûş; du aliyên heman gendeliyê
10 hezîran, 2022   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Dîmenên şahiya vekirina xwaringeha Lona Şibil û hevserê wê Emar Saatî ku bi milyonan dolar lê çûye, rastî gelek rexneyan hat. Nexasim Lona Şibil gelek caran bang li sûriyên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de kir ku li dijî feqîrî û birçîbûnê "li ber xwe bidin".

Nirxê xwarinekê li vê xwaringehê derdora 100 hezarî ye anku bi qasî fonê mehekê yê karmendekî hikumeta Şamê.

Herêmên hikumeta Şamê ji ber gendeliyê û mafyayê zehmetiya gelek krîzan dikişînin, ji wan sotemenî, nan û peywendî û ya ku barên sûriyan girantir jî kiriye, daketina nirxê lîreyê Sûriyê ye.

Her wiha buhayên madeyan bilind in û xizmetguzariyên bingehîn li herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de tune ne û ji ber ku lîreyê tirkî li van herêmên tê bikaranîn, bi zehmetiya krîza aborî re rû bi rû ne. Di demên dawîn de navên serçeteyên dewleta Tirk ku xwedî şîrket, xwaringeh û fînansman in, belav bûn.

Raporên rojnameyan diyar dikin ku serçeteyê berê yê "Artêşa Îslamê" Mihemed Elûş piraniya şîrketa ‘Xureba’ a madenan ku li Tirkiyê kromê hildiberîne, kiriye û ev jî pirsa gelo ev pere ji ku aniye, derdixe holê.

Hêjayî bibîrxistinê ku Elûş berê di civînên Astanayê de ji serkêşên "opozîsyonê" bû û di peymana di navbera Rûsya, artêşa Tirk û Îranê de roleke sereke lîst. Di vê peymanê de herêmên Xûta El-Şerqiye radestî hikumeta Şamê kirin û piştî artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kir,  niştecihên wê jî koçî Efrînê kirin.

Piştî Elûş li Tirkiyê bazirganî kir û 2020`an li wir bi lêçûna 20 milyon dolarî gelek xwaringeh vekirin û di wê demê de bi tawana pereyên ku dewletan ji bo piştgiriya çeteyên "Artêşa Îslamê" şandiye, dizîye hate tawanbarkirin.

Raporan îşaret pê kir ku Elûş 47 milyon dolar dizîye, ku li Tirkiyê bûbû fînansman û ev jî van tawanan piştrast dike.

Piştî aloziya Sûriyê navên bazirganên wekî Ramî Mexlûf, Mihemed Hemşo û Samir Fewz derketin pêş. Kesên herî zêde sûd ji krîza Sûriyê werdigirt, ev kesayetên bi ser hikumeta Şamê ve bûn. Hem karê xwe ji bo cezayên Ewropayê sivik bikin, dikirin û hem jî li ser hesabên gelê Sûriyê mal û milk kom dikirin.

Ev yek ne tenê li herêmên hikumeta Şamê pêk dihat, lê belê li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jî hebû. Mînaka wê jî serçeteyê "Silêman Şah" ê bi navê Mihemed Casim (Ebû Emşe) ye. Dema ku artêşa Tirk û çeteyên "Artêşa Nîştimanî" Efrîn dagir kir û bi hezaran niştecihên wê koçber kirin, navê wî belav bû.

Çawa ku Ramî Mexlûf herêma ‘Şêx Hedîd’ bi hemû gund û bajarokên wê ve ji xwe re kir navend, jin revandin û mal û milkên welatiyan talan kirin û bac li wan ferz, Ebû Emşe jî hewl dida ji xwe re "împaratoriyekê" ava bike.

KOMÊN MAFYAYÊ JI BO KOMKIRINA SERWETÊ DIKEVIN PÊŞBAZIYÊ

Têkildarî pêşbaziya di navbera rayedarên hikumeta Şamê û yên çeteyên artêşa Tirk de, muxalifê sûrî Bedir Mensûr ji ajansa me re wiha axivî: "Mesele ne bi Lona Şibil ve yan jî Mihemed Elûş ve girêdayî ye, ji ber ku ev kes di komên mafyayê de ne û li ser hesabê gelê Sûriyê mal û milk didin ser hev. Di encamê de ji berjewendiyên wan e ku aloziya Sûriyê bi dawî nebe."

Bedir Mensûr anî ziman ku ev kes naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe û got: "Em behsa navên Lona û Elûş dikin, lê di rastiyê de ew komeke bi hev ve girêdayî ye.”

DIXWAZIN ŞER DEWAM BIKE

Têkildarî mijarê aborînasê ji Şamê ku nexwest navê xwe ji ber ewlehiyê eşkere bike, axivî û got: "Di deh salên derbasbûyî de her du aliyan; rejîm û oposîzyon, aloziya Sûriyê ji bo mal bidin hev, bi kar anî."

Aborînasê sûrî anî ziman ku gelek ji efserên artêşa hikumeta Şamê depoyên cebilxaneyan beramberî pereyekî mezin, firotin oposîzyonê û pê qesir û xwaringeh kirîn.

Aborînas wiha dewam kir: "Lona Şibil ev pere ji ku anî ku xwaringehê bikire û bi taybet ku fonê wê 50 dolar e?"

Aborînas bi domdarî got: "Gendeliya li Sûriyê piştî dewletên Kendavê gelek pere da rejîma Sûriyê zêde bû. Piştî ku artêşa Sûriyê sala 1976’an derbasî Lubnanê bû, asta gendeliyê li cem kesên Sûriyê hikum dikirin, belav bû. Di encamê de gendelî di saziyên leşkerî, ewlekariyê û xizmetguzariyê û endamên partiya Baasê de çêbû."

Aborînas wiha lê zêde kir: "Ger ji rayedarên her du aliyan were pirsîn bê ka bidawîkirina şer an jî berdewamkirina şer hildibijêrin, ew ê berdewamkirinê hilbijêrin, ji ber ku pere ji wan re tîne."

(eh)

ANHA