Wezîrê parastinê yê Amerîkayê bi hempîşeyê xwe yê Çînê re dicive

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wei Feng li Singapore bi hev re dicivin.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê bi hempîşeyê xwe yê Çînê re dicive
10 hezîran, 2022   09:37
XNAVENDA NÛÇEYAN

Cara yekemîn e ku wezîrê parastinê yê Amerîka Lioyd Austin bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wei Feng re li Singapore dicive. Dê her du berpirs danîna "bendên nobetdariyê" di navbera DYA’yê û Çînê de nîqaş bikin.

Berpirsekî got dê doza Taiwan cihekî girîng di tevahî nîqaşên Austin de bigire.

Li aliyekî din jî berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got Austin dixwaze têkilî bi artêşa Çînê re vekirî bimînin, da ku pêşî li rewşên nelihevkirinê di pêşerojê de bigirin.