Rojnamevana lubnanî: Divê çapemenî rola jinên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê pêşçav bike ‎

Rojnamevana lubnanî Karolîn Bezî îşaret bi rola jinan a di şoreşa ‎Bakur û Rojhilatê Sûriye de kir û bang li çapemeniyê kir ku balê bikişînin ser rola jinan.‎

Rojnamevana lubnanî: Divê çapemenî rola jinên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê pêşçav bike ‎
10 hezîran, 2022   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSAMÎL ‎

Rêbaza jiyana hevbeş a li ‎Bakur û Rojhilatê Sûriye bala pir kesên li seranserê cîhanê dikişîne. ‎

Têkildarî rola jinan a di şoreşê de, rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî ji ajansa me re axivî.

Karolîn Bezî behsa girîngiya ‎xurtkirina yekitiya Kurd û Ereban jî kir û wiha got: “Destpêkê eger em bixwazin behsa yekitiya Kurd û Ereban bikin, divê em hev du nas bikin, ‎qebûl bikin û guhdarî hev bikin. Lê belê li Lubnanê  doza kurdî veşartî ye û kesên ku wê dişopînin hindik in. Heta gelê Lubnanê yê ku di nava Kurdan de dijî jî ‎rastiya doza kurdî baş nizane."‎

Karolîn Bezî diyar kir ku çapemenî roleke ‎mezin dilîze ku dozên mirovî derxe holê, lê mixabin çapemeniya ‎Lubnanê, ya erebî û cîhanê di demên dawîn de tenê dozên ku pê pere qezenc dikin an ên ‎ku dibin rojev, derdixin holê, ji ber vê yekê jî gelek dozên mirovî û doza kurdî veşartî mane. ‎

Karolîn Bezî got: “Divê em ji çapemeniyê û medyaya civakî dest pê ‎bikin, nexwe doza kurdî dê tenê di sînorê çapemeniya kurdî de bimîne. Divê ‎doza kurdî di kanalên erebî û lubnanî de rast û cidî bê nîqaşkirin.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke jiyana hevpar heye û bi rêya projeya Rêveberiya Xweser û bi alîkariya gelên herêmê, bi ser ‎dikeve. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser rola jinan di hemû aliyên jiyanê de bi pêş ‎xist û ew gihandin asta ku bikarin xwedî biryar bin.‎

Karolîn Bezî têkildarî mijarê wiha axivî: “Tevî ku min ew ‎herêm nedîtiye, lê ez bawer im ku ew herêmeke nimûne ye. Ez bi hêvî me serdana ‎wan herêman bikin da ku ez rêvebirina li wan herêman nas bikim û çawa welatekî ‎biçûk rêvberiyeke mirovî û wekhev ava kiriye.”‎

Têkildarî jiyana hevpar Karolîn Bezî ev tişt got: "Der barê jiyana hevpar de, em li Lubnanê her tim bang dikin dewleteke demokrat û jiyaneke hevbeş hebe, lê mixabin du serok ji du mezheban nakok in û dibe şerekî navxweyî derkeve. "‎

Karolîn Bezî wiha pê de çû: “Divê destpêkê em hev nas bikin û nêrînên hev qebûl bikin, ji vê ‎kêliyê de jî divê em xwe bispêrin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye da ku fêrî ‎jiyana hevper a xwedî armancekê tenê, ew jî welat û berjewendiyên welat e. Lê heta roja îro hev qebûl nakin, ji ber vê jî divê destpêkê dewleteke ‎rasteqîn ava bikin, piştre behsa yekitiya Kurd û Ereban bikin.‎”

Jin roleke girîng di pêşketina civakan de û roleke sereke di nêzîkbûna nêrînên gelan ‎de dilîzin, her wiha jin dikare bandorên erênî li dozên civakî, bi taybet yekitiya ‎Kurdî û Ereban bike.‎

Karolîn Bezî jinên Kurd wek jinên pir bihêz bi nav kirin û anî ziman ku ‎ew xwedî israr û vîn in û bi doza xwe ve girêdayî ne, heta ku hin caran doza kurdî tê texrîfkirin lê belê ew hewl didin dîmeneke rastîn bigihînin cîhanê. ‎Karolîn Bezî ev tişt anî ziman: "Jina Kurd hewl dide civakan bi rastiya doza kurdî bide ‎naskirin û dikare rastiyê veguhêze. Ji ber ku di nava vê rastiyê de dijî. Li dijî jinên li Lubnan û tevahî cîhanê zilm û tundî hate meşandin. Ji ber wê jin roleke ‎mezin di pêşketina têkiliyan de dilîzin.”

Rojnamevana lubnanî pesna rola jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Ew nimûneyek e û divê li cîhanê belav bibe, lê di çapemeniyê de rola jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye. Jin li wê ‎derê di tevahî alî û saziyên leşkerî, aborî, civakî û çandî de ye û ev yek bi rêya ‎komeleyên kurdî li Lubnanê yên ku hewl didin balê bikişînin ser rola jinên Kurd, hate naskirin. Divê desteka ji van komeleyan re mezin be û çalakiyên xwe fireh bikin da ku xwe bigihînin hejmareke mezin ji jinên cîhanê re.”

Karolîn Bezî diyar kir ku divê ev komele, jinên Kurd, rojnamevan, çalakger rewşa Kurdan û rewşa jinên Kurd bişopînin, da ku rola jinan xurt bikin û ji dêvla balê dikişînin ser tundiya li dijî jinan, balê bikişînin ser jinên xurt û bihêz û got: “Jinên Kurd xaka xwe rizgar kir û bi awayekî xurt beşdarî siyasetê dibin. Ji ber wê divê ev model were giştîkirin, gel û jinan bidin naskirin, nemaze bi rêya komele, panel û çalakiyan. Têkiliyên yekser di navbera jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lubnanê de werin danîn." ‎

(dm)

ANHA