Jinên Êzidî: Em nahêlin komkujiya 2014'an dubare bibe

Jinên Êzidî anîn ziman ku ew nahêlin komkuji li dijî civaka Êzidî dubare bibe û diyar kirin ku dê li dijî tevahî plan û siyasetên qirkirinê li ber xwe bidin.

Jinên Êzidî: Em nahêlin komkujiya 2014'an dubare bibe
10 hezîran, 2022   07:38
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku komployên li dijî gelên herêmê bi taybet kurdan pêk bîne alîkariyê ji hêz û partiyan digire. Artêşa Iraqê di 18'ê Nîsanê de dîwarek navbera Şengal û Rojava de lê kir, lê şêniyên her du herêman ji vê yekê nerazî ne.

Avakirina dîwar û hewldanên hikumeta Kazimî ku Şengalê kontrol bike, yek ji bendên peymana Hewlêr -Bexdayê ya ku  di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Kazimî de  ye ku bi erêkirina dewleta Tirk hatiye îmzekirin.

`ÊZIDÎ NIHA XWEDÎ VÎNEKE XURT IN`

Jina Êzidî ya bi navê Mejdolîn Elî ku di sala 2018'an de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçber bûye, got li hember komployên bi armanca cudakirina êzidiyên Şengal û Rojava û temamkirina komploya 2014`an ew piştgiriyê dide şêniyên Şengalê .

Di wê salê de çeteyên DAIŞ'ê  êrişî Şengalê kir û Hêzên PDK'ê yên ku qaşo parastina Şengal dikirin, jê reviyan, ji ber vê yekê gerîlayên HPG û YJA-Star, şervanên YPJ û YPG'ê bi lez destwerdan kir êzidî ji fermaneke nû rizgar kirin.

Mejdolîn Elî bal kişand ser destkeftiyên ku êzidiyan bi dest xistine û got:" Ji sala 2014'an ve Êzidî xwedî bûne vînekê bi hêztir, rêvberiya xwe ya xweser û hêzên leşkerî û ewlehî ava kirin. Êdî civaka Êzidî têgihiştine xeteriya komploya li dijî wan.”

`LI KÊLKA HEV BISEKININ `

Êzidiya bi navê Selwa Derwîş a ji Hesekê diyar kir ku komployên li dijî Şengal û hedefgirtina jinên Êzidî, projeya qirkirina êzidiyan ne. Her wiha anî ziman ku êzidiyên Rojava dê li kêleka şêniyên Şengalê bisekin.

Selwa Derwîş sûcên DAIŞ'ê yên li dijî jinên Êzidî yên sala 2014'an bi bîr xistin û got:" Di kesayeta jinan de hewl dan ku civaka Êzidî bitirsîne. Êzidî kuştin, koçber kirin û dest avêtin jinên wan. Lê kesek tu helwest nîşan neda. Zarok û keçên me di nav lepên çeteyên DAIŞ`ê de hiştin.  Dewletên komploger, divê baş fêm bikin ku jinên Êzidî êdî ders ji tecrubeyên berê girtin û ne mîna berê ne. Îro bi yekrêzî li hember komployên li dijî civaka xwe li ber xwe didin. “

`DU RÛYÊN HEMAN DIRAVÎ NE`

Caziye Horan a ji êzidiyên Ewropayê diyar kir ku hikumeta Kazimî û PDK'ê du rûyên heman diravî ne û hevkariya dewleta Tirk dikin da ku dosyayê qirkirina civaka Êzidî temam bikin û got: “Li şûna ku wisa dikin, diviyabû jinên Êzidî rizgar kiribana, piştgiriya Şengalê kiribana û tişta DAIŞ`ê wêran kiriye, ji nû ve ava kiribana.”

Caziye Horan bang li PDK'ê kir ku dev ji xeta îxanetê û hevkariya bi dijmin re berde û got:" Tiştê ku îro li dijî Şengal tê meşandin yek ji komployên herî xeter di dîrokê de ne, divê PDK'ê dev ji xeta îxaneta û hevkariya bi dagirkeriya Tirk li dijî êzidiyan berde.”

Nejibîr Heysem Beşar ji Tirbespiyê bang li civaka êzîdî bi taybet jinan kir ku bibin yek û diyar kir ku ew weke êzidiyên Rojava destekdayîn û piştgiriya xwe ji civaka Êzidî li Şengalê re radighînin. Her wiha da zanîn ku ew dê li hember tevahî komployên ku li dijî wan tên meşandin bisekinin û nahêlin komkujiya 2014'an dubare bibe.

(dm)

ANHA