Îsraîlê bi moşekan êrişî başûrê Şamê kir

Vê sibê artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî çend nuqteyên li başûrê Şamê kir, di encamê de birîndar û ziyanên madî hene.

Îsraîlê bi moşekan êrişî başûrê Şamê kir
10 hezîran, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji ajanseke bi ser hikumeta Şamê ve ragihand ku vê sibê saet dora 04.30’an artêşa Îsraîlê ji aliyê Colana Sûriyê ya dagirkirî ve bi moşekan çend nuqteyên başûrê Şamê kirin armanc. Lê parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiva êrişan da û gelek bê bandor kirin.

Çavkaniyan daxuyand ku di encama êrişê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku saet 4`ê vê sibê artêşa Îsraîlê depoyên cebilxaneyên komên Îranê yên li herêma Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî kir armanc û dengê teqîneke bilind ji gundewarên Şamê hat.

SOHR`ê diyar kir ku 3 dever hatin hedefgirtin û hemwextî wê jî tevgera ambulansan li ser rêya Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî zêde bû û hate zanîn ku çend leşkerên komên Îranê birîndar bûne.

Ji destpêka 2022`yan ev cara 5`an e ku artêşa Îsraîlê xaka Sûriyê dike armanc.

Artêşa Îsraîlê 6`ê Hezîranê jî bi moşekan baregehên komên Îranê û Partiya Ellah El-Lubnanî topbaran kiribû.

(eh)