Rojnameyên erebî: El-Sadir bang li parlamenterên xwe kir ku îstîfa bikin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa banga Muqteda El-Sadir a îstîfakirina palamenterên koma xwe, dosyaya diyarkirina sînorên Lubnan-Îsraîlê û rewşa Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: El-Sadir bang li parlamenterên xwe kir ku îstîfa bikin
10 hezîran, 2022   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-SEDIR BANG LI PARLAMENTERÊN XWE KIR KU ÎSTÎFA BIKIN’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Serokê tevgera El-Sadr Muqteda El-Sadr bang li 73 parlamenterên xwe kir ji parlamentoyê îstîfa bikin da ku li pêşberî avakirina hikumetê nebin asteng. Çavdêran da zanîn ku ew yek ji bo zexta El-Sadir li ser hevrikên xwe ye, lê tu çareyan ji bo derxistina Iraqê ji valahiya destûrê pêşkêş nake."

‘LUBNAN LI SER DIYARKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ BI ÎSRAÎLÊ RE DI NAVA KRÎZÊ DE YE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Lubnan gelek bijarteyan li ser bingeha dosyaya diyarkirina sînorên deryayî yên başûr lêkolîn dike. Ew jî beriya çend rojan ji gihaştina navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ji Beyrûtê re dest pê kir. Dê ji bo dan û standinê komîsyonek were avakirin û dewreya ruxsetê ya duyemîn ji bo deryayê were vekirin.

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn jî got: "Çareserkirina dosyaya diyarkirina sînorên deryaya başûr parastina berjewendiya Lubnanê û parastina mafên wê di derya û xaka wê de ye. Ev dosya dikeve çarçoveya dan û standinên navneteweyî û li gorî madeya 52’an a destûrê berpirsyariya serokê komarê ye. Em ê ji Amos Hochstein bixwezin ku ji nû ve dosyaya dan û standinên neyekser dest pê bike, bi taybet Lubnan dixwaze bi rêya van dan û standinan fînansên xwe yên dewlemendiya petrol û gazê li ava Lubnanê pêk bîne û parastina îstîqrar û ewlehiya li herêma sînor bike."

‘GELO QEYS SEÎD DÊ DI PÊKANÎNA DESTÛREKE NÛ DE BI SER BIKEVE?’

Girêdayî rewşa Tunisê, rojnameya El-Beyan ev yek nivîsî: "Tenê 20 roj mane pêşnûmaya destûra nû di rojnameya fermî de were weşandin. Lê komîteya şêwirê ya kar û barên aborî û civakî hewl dide lîsteya beşdaran di civîna duyemîn de ya ku dê sibe li Qirtacayê li dar bikeve, biguherîne. Lê çavkanî destnîşan dikin ku destûra nû ya bi destekdayîna serok Qeys Seîd dê xalên ku nahêlin bandorê li ewlehî û dozgeriyê bibin, bixe destûrê."

(fr)