​​​​​​​Metirsiyên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan

Bijîşk û gelê Kurdistanê bi giştî ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ditirsin ku ev yek modela polîtîka û binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst e û bi taybet di 73 saliya xwe de. Di heman demê de rayedarên mafên mirovan diyar dikin ku pêwîste komîteyên bijîşkan bişînin Îmraliyê da ku di zûtirîn dem de rewşa tenduristiya wî bişopînin.

​​​​​​​Metirsiyên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan
10 hezîran, 2022   01:24
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 23 salan ve li ser astên tunduristî û derûnî û li dijî mafên mirovan sûcan li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Desthilata dewleta Tirk destûrê nadin ku lênerîna tibî ya guncew di demeke kurt de pêk were, ev pêkanîn madeya 3`yan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Li gorî gelek raporên tenduristiyê û pisporên tenduristiyê, şiliya zêde ya li girtîgeha Îmraliyê, ku li girava Marmarayê ya Tirkiyê ye, zirareke mezin dide sîstema bêhnvedanê ya mirovan, her wiha rê li ber pêşketina xwêrk, bakteri û vîrûsan vedike, ku ev yek nîşaneyên xetimîna pişikê ya kronik (chronic obstructive pulmonary disease-COPD) û gelek nexweşiyên din zêde dike.

`HEBÛNA RÊBER ABDULLAH OCALAN LI ÎMRALIYÊ JIYANA WÎ DIXE XETERIYÊ`

Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Ehmed, îşaret bi bandorên xwezaya girtîgeha Îmraliyê li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Şiliya bilind rasterast bandorê li pergala bêhnvedanê ya mirov dike. Di aliyê zêdekirina hesasiyetên hilmijê yên jorîn di bronşan de, di encamê de av di hundirê sîng û pişikê de kom dibe û bi xwe re nefesê teng dike anku dijwar dike."

Ehmed anî ziman ku ji ber vê xwezayê, gelek pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin, bi taybet rêjeya ragirtina avê di sîngê de û got: "Ji vê yekê tê fêmkirin ku zextên li ser rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraiyê jiyana wî dixin xeteriyê.”

`RÊBER ABDULLAH OCALAN DI ŞERT Û MERCÊN GELEK XIRAB DE YE`

Ehmed bi domdarî got: "Girava Îmraliyê herêmek e ku mirov nikare çend salan li ser hev tê de bijî, di encama rewşa xwe ya hewayê û xwezayî de bandoreke mezin li tenduristiya mirov dike, bi taybet wekî mirovên temenemzin, ji ber ku ev yek bandorê li fîzyolojiya wan dike. Rêber Ocalan 73 salî ye, di zindanê de bi taybet di aliyê tenduristiyê de di nava şert û mercên pir xirab de dijî."

Silêman Ehmed der barê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de metirsiyên xwe anîn ziman û got: "Divê sazî û rêxistinên navneteweyî erka xwe pêk bînin ji ber şert û mercên tenduristî û mercên din ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê re derbas dibe. Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê ji bo mirov gelek pirsgirêkan derdixîne û ev yek bandorê li hemû organên hundirîn ên wî dike."

Heta 15 'ê Sibata 1999'an rêber Abdulla h Ocalan ji bilî sînuzîtê tu nexweşî pê re nebû, lê ji ber şert û mercên êşkence û tecrîdê li Îmraliyê bi gelek nexweşiyên weke anjîna, gewrîkulbûn (pharyngitis), kulbûna difnê, alerjî û astim (bêhntengî) ket.

`TENDURSITIYA CIVAKÊ TENDURSITIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E`

Ehmed bang li rêxistina Xaça Sor a navneteweyî kir ku erka xwe ya şopandina rewşa girtiyan pêk bîne û xizmetên tenduristiyê yên pêwîst ji wan re pêşkêş bike, her wiha Komîteya Têkoşîna li dijî Tundiyê serdana Îmraliyê bike û binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan lêkolîn bike û got: "Tenduristiya civakê tenduristiya rêber Ocalan e."

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya pêncemîn, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de got, "Tevî ku ez bawer dikim ku darizandina Îmrali li dijî mafan e, ez difikirim ku wê gelek kêrhatî be heke ez agahî û nirxandinên xwe yên têkildarî mijarê pêşkêş bikin. Ez tev li parêzeran dibim ku madeyên 2,3,5,6,6,7,8,9,10,13,14 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin."

`BINPÊKIRINA PEYAMAN MAFÊN MIROVAN A NAVNETEWEYÎ`

Der barê vê yekê de endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin binpêkirina peymana mirovî ya navneteweyî û rêgezên bingehîn ên mafên girtiyan e ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine erêkirin û wekî pêşiyek di pêşkêşkirina tenduristî de û danûstandina bi derve re hate destnîşankirin

Evîn teqez kir ku kiryarên li Îmraliyê li dijî mafên mirovan û mafên siyasetmedarekî Kurd e ku banga mafên gelê xwe dike ku bi dehan salan e rastî sûcan tê.

`DIVÊ DESTÛR BÊ DAYÎN KOMÎTEYÊN TENDURISTIYÊ DERBASÎ ÎMRALIYÊ BIBIN`

Dewleta Tirk li girtîgeha Îmraliyê gelek mafên rêber Abdullah Ocalan binpê dike. Herî zêde madeya 37 a rêzikên modela herî nizm a Pyemana Mafên Mirovan a Cîhanê ya ji bo danûstandina bi girtiyan re. Li gorî vê madeyê, divê di bin çavdêriya pêwîst de destûr ji girtî re bê dayîn ku li gorî demên bi rêkûpêk de têkilî bi malbatê, dostên xwe re deyne. Divê serdan jî pêk werin."

Li ser tişta ku pêwîst e bê kirin heta binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Ocalan were rawestandin, Evîn Cûma got: "Divê rêxistin û saziyên mafên mirovan zextê li dewleta Tirk bikin da ku komîteyên bijîşkî derbasî girava Îmralî bibin, nemaze girtîgeha ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, da ku tenduristiya wî nas bikin û teqez bikin ku jiyana wî ne di xeteriyê de ye li gel rêjeya şiliyê ya bilind ji ber ku di nava deryayê de ye."

Agahiyên li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F, ev zêdetirî salekê di nava tecrîdeke giran de ye, ji ber ku hemû daxwazên parêzerên wî yên serî li Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bûrsayê yê Tirkiye ji bo hevdîtina bi wî re dikin, bi bihaneya cezayên dîsplînê tên redkirin.

(şx)

ANHA